* Endamê Tevgera Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Ahmet Başak diyar kir ku li Şirnexê qadên daristanan ji sedî 44 hatinê tunekirin û wiha got: “Heke pêşî li vê yekê neyê girtin dê li vir jiyan nemîne û gelê Şirnexê neçar bimînê ku koçber bibe.”
* Rojnameger Dogan Cîhan anî ziman ku dewleta Tirk hem ji bejahî û hem jî ji hewayî komên çeteyan bi rêve dibe û got: “Fermanên çeteyan serbaz û efserên Tirk in. Serokê Hikûmeta Şamê yê nû DAIŞî yê berê ye. Rihê xwe jê kiriye û qrewat xistiye stuyê xwe. Lê ew DAIŞiyeki kujer e. Li pişt HTŞê jî Ingiltere û Israil heye.”
* Kela Behlûl Paşa ku ji hêla Mîrê Bazîdê Evdî Paşa ve hatiye çêkirin, nûnertiya dîroka Kurdan dike û bi hemû heybeta xwe ve balê dikşîne ser xwe.
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku “Ji bo Tirkiyeyê rêya bi xêr qebûlkirin, naskirin, têkilî danîna Rojava ye” û destnîşan kir ku divê tifaqa kurdan li her derê xurt bibe ku vê sedsalê jî winda nekin.
* Meclisa Dayikên Aştiyê biboneya piştgiriya gelê Rojava dê li pêş avahiya Komeleya xwe ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12.00)
* Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dê li Rihayê berdewam bike.