* Şofêra Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emel Menekşe Şen diyar kir ku 15 sal in şofêrtiyê dike û got: “Ev 20 roj in jî ez bi awayekî aktif li şaredariyê şofêrtiya otobosê dikim. Ez dixwazim ji hemû jinan re bibim mînak, bila zanibin ku di hundirê wan de cewhereke xurt heye.”
* Şukru Guven ku li navçeya Elkê karê mêşvaniyê dike anî ziman ku ji ber nebûna bazara hingiv welatî bi karê mêşvaniyê nikarin debara xwe bikin û got: “Heke koperatîf bê avakirin bazara hingiv jî wê çêbibe û mêşvanî jî wê bibe çavkaniya debara welatiyan.”
* Yek ji Kordînatora 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê Lîsa Çalan qala girîngiya festîvalê kir û got: “Em dixwazin sînemagerên Kurd heta 15ê Tîrmehê serî li Fona Sînebîrê bidin.”