* Rojnameger Şîvan Misî ku li herêma Kobanê rojnamegeriyê dike û geşedanan ji nêz ve dişopîne bi lêv kir ku li dijî êrişên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bi rihê şerê gelê şoreşgerî li qadan in û got: “Divê li hundir û derveyî welêt her kes rabe ser piyan.”
* Jinên ku li kargehên berikan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebitin çanda mahfûr/berikan zindî dikin. Jina anîn ziman ku ew naxwazin ev çand winda bibe û hewl didin çanda tevna mahfûran bigihêje nifşên nû.
* Dr. Kamûran Yildirim, der barê bandrora şer û koçberiyê û her wiha bandora koçberiyê ya li ser tenduristiyê nirxand. Kamûran Yildirim anî ziman ku şer bi xwe re xizanî, talanî û koçberiyê tîne û bêtir pêdivî bi piştgiriya tenduristî û alîkariya alav û amûrên tenduristiyê heye.
* Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ku qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin, destnîşan kirin ku hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e û gotin: “Tu carî ne kameraya rojnamevanan ne jî pênûsa wan dê li erdê nemîne.”
* Mamosteyê Zimanê Kurdî Rifat Ronî li ser rewşa ziman û zindanan ji Ajansa Welat re axivî. Mamoste Rifhat Ronî destnîşan kir ku li zindanan zextên li ser ziman zêde ne. (Nûçeya Kirmanckî)
* Xizmên windayan û ÎHD, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên şemiyê berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan ji bo girtiyên nexweş bêne berdan dê çalakiyên xwe li Enqere û Stenbolê berdewam bikin. (12.00)
* DFG û MKG ji bo kuştina rojnamegeran şermezar bikin dê li sînorê Nisêbîn Qamişloyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)