* Siyasetmedar Firat Anli têkildarî hewldanên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û nêzîkatiya dewletê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 sal in ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane têdikoşe, lê dewlet di înkar û tunekirine de israr dike.
Endamê NLSRê Kurdyar Direhî diyar kir ku piştî sedsaliya hevpeymana Lozanê Rojhilata Navîn ji nû vê tê guhertin û got: “Di Rojhilata Navîn a nû de rola kurdan sereke ye. Divê em yekitiya xwe ava bikin û mohra xwe li vê sedsale bixînin.”
* Xizmên Windayan û Parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya hefteyî berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan ji bo girtiyên nexweş bên berdan dê li Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin (13.30)
* Dayikên Şemiyê ji bo balê bikişînin ser kesên hatine windakirin dê çalakiya li qada Galatasarayê ya Stenbolê berdewam bikin. (12.00)
* Partiyên siyasî û saziyên ziman bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê li ber Petrola Oryilê ya li navçeya Rezan a Amedê kom bibin û meşek girseyî pêk bînin. (13.00)
* Saziyên ziman dê li Salona Çandê ya Çand Amedê bi tevlêbûna hunermend Alî Tekbaş, Ayfer Duzdaş konser li dar bixin û skêça Şanoya Bajêr a Amedê derkeve ser dikê. (19.00)
Rojeva Kirmanckî
Rayedarê MED-DER’î Mustafa Açmaz va ke sîstem zî zonan ser o zext û zorî ronayo û no ser zî vera apey şîyî û wina va: “Tewro binê telûkedeyî yo zazakî yo, sîstem zî nê zonan vîşîr zonê bîn de perwerde û qalkerdişî qebûl nêkeno. Yanî ser zonan zext û zor ronayo.”