* Çapemeniya Kurd rastî her cure zextan hat; bi dehan rojnameger hatin kuştin û gelek weşan hatin girtin. Bi hezaran rojnameger xistin zindanan, bi sedan sal ceza hat birîn lê têkoşîna rojnamegerên Kurd her geştir bû. Rojnamegeriya ku li sirgûniyê dest pê kir li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê dewam dike.
* Rojnameger Bedran Dere ku 30 sal in li sirgûnê rojnamegeriyê dike diyar kir ku Rojnameya Kurdistanê bû çavkaniya îlham û cesaretê ji bo rojnamegerên serdema îroyîn û got: “Heke em MED TV bi yek hevokekê vebêjin, ez ê bibêjim şoreşa ragihandinê ya Kurdistanê bû. Avabûna Kurdistaneke fezayî bû.”
* Rojnameger Serdar Altan bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî diyar kir ku Çapemeniya Azad tevî zextan jî Rojnamegeriya Kurdî pêş xist û got: “Rêya me rêya heqîqetê û nirxên giranbûha ne û tevgerîna bi vê hişmendiyê dê Rojnamegeriya Kurd û Çapemeniya Azad bigihîne cihê ku layiqê wê ye.”
* Perwerdekarê Tenburê yê Dibistana Egîdê Cimo Abdullah Yagmahan anî ziman ku zarokên welêt ên li Stenbolê di bin qîrkirina çandî de dijîn û got: “Em dixwazin li Stenbolê ji bo zarokan gundekî ava bikin. Ji bo wê jî pêdiviya me bi piştevaniya gel û karsazan heye.”
* Li Amedê saziyên demokratîk wê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê di 26ê Nîsanê de bi meşekê avakirina “Platforma Hişyar Bin! Li Dijî Hişbirê Têkoşîn” îlan bikin.
* 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dê di 25ê Nîsanê de bi dirûşma “Çiraya me geş dibe” dest pê bike. Festîvala îsal dê diyarî şanogerê Kurd Bavê Teyar ku di êrişa bi SÎHAyan a dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû bê kirin.
* DAKP dê li şaxa SESê ya Amedê li dijî nêzîkatiya hikûmetê ya zayîna sezeryanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)
Kirmanckî
No wisar raya ma Kargapazar ra derbaz bîye û ma dî ke qijikanê sîyayan na dewe de rind ca dayo xo. Wisar ameyo, sey teyr û tûranê bînan qijikî zî halînanê xo newe kenê û hazirîya zêdekerdişê cinsê xo kenê.
Dayîkanê Licêyîjan derheqê prosesê de ke bi vengdayîşê “Aştî û Komelo Demokratîk” yê Rayberê Şarê Kurdî Abdullah Ocalanî dest pêkerd, qisey kerd û vat ke ne tîya de û ne zî Rojava de rewşe nêbedilîyaya. Ganî dewlete gaman bierza û şarê kurdî nêxapêna.