* Metîn Toprak ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye kêliya ku ew ji girtîgehê hat nexweşxaneyê serdana dayika xwe, di vê kêliyê de dayika wî Xanim Toprak dilê wê têr nekir û xatir ji jiyanê xwest û jiyana xwe ji dest da.
* Xelîl Yildizê ku piştî 30 salan beriya salekî ji girtîgehê hate berdan diyar kir Rojava ji bo Kurdan xeta sor e û got ku Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê rêveberiyek li gorî xwe çêbike. Yildiz got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî alternatîfa her tiştî daniye holê.
* Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan têkildarî raporên partiyên siyasî ku pêşkeşî Meclîsê kirine anî ziman ku di raporên partiyên siyasî de ji bo aştiyeke mayinde pêşniyar nehatine kirin û got: “Ji bo pêvajo bi awayekî erênî bi rê ve biçe hewcehî bi qanûnên entegrasyonê hene.”
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şeyama xwe ku şandibû kongreya ANKA-DERê de gotibû ku divê êdî mirin neqewimin. Endamên MEBYA-DERê derbarê peyama Ocalan de diyar kirin ku Abdullah Ocalan dixwaze mirinan rawestîne, ew jî piştgirî didin vê peyamê û gotin: “Hewceye ku her kes piştgirî bide pêyama birêz Abdullah Ocalan.”
* Dayîka girtî Zekî Bulut, Leyla Bulut da zanîn ku ew piştre pê hesiyane ku kurê wê 5 roj in li dijî zilma girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: “Şert û mercên wî ji greva birçîbûnê re ne pêkan in. Eger tişt bê serê wî berpirsyar îdareya girtîgehe û Wezîrê Dadê ne.”
* Yek ji platforma dîjîtal medyayê Youtubeyê bi hinceta rê û rêbazên wan binpê dikin 2 stranên Kurdî ji weşanê rakir.
* Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di çerçoveya hevdîtinên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê serdana Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bike. (10.30-12.30)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê endamê HPGê Mesût Sevîktek li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezana Amedê were bibîranîn. (12:00)
Kirmanckî
* Qomê Dersimî seveta Roşanê Gaxanî jîyara gola çetû de ame pêser û mîyaze xo kerdî vila, çilayê xo vêşnayî nêtê xo kerd jû venga Heqî da: Gaxane qomê ma rê haştîyê bîyaro, der û cîranan rê, werg û yabanî rê, teyr û turî rê rindîye û weşiye bîyaro. Xoza xo ra wayîr vejime. Xoza ma bi destê zaliman talan nêbo.”










