* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de girîngiyeke stratejîk dide mijara ziman û zimanê dayikê. Ocalan destnîşan dike ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de “ruh, hafize û xwebûna” gelan e. Li gorî nirxandinên Ocalan, civakeke ku zimanê xwe winda bike, rastiya xwe ya dîrokî û kapasîteya xwe ya fikirînê jî winda dike.
* Hozan Bengî yê di sala 2020an de ji ber strîna stranên Kurdî hatiye girtin 5 salan hat ragirtin û 4 meh beriya niha hate berdan. Hozan Bengî ê dixwaze careke din bi hezkiriyên muzîka Kurdî re bigihe hev diyar kir ku zext û zordarî mirovan hişyar dikin û hunerê didin afirandin.
Aktivîstê Galîçyayê Miguel Paz ku li dijî serdestiya Îspanyayê ji bo mafên Galîçyayê têdikoşê, bi lêv kir ku ew têkoşîna gelê Kurd jî ji nêz ve dişopînin û got: “Em bi gelên bindest re di nava piştgiriyê de ne. Taybetî jî ji bo mafên xwe bi dest bixin û pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin em li rex gelê Kurdistanê ne.”
* TJA dê li Navçeya Xana Axparê ya Amedê starta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar bixe. (12.00)
* Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi munasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê dê li ber Fakulteya Perwerdehiyê daxuyaniyê çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
*Saziyên Hiqûqê yên Enqereyê li dijî qetilkirina jinan û polîtikayên bê cezakirinê dê li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (12.30)
* TJA dê li Kela Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê bide. (13.00)
* Şaredariya Bajarê Nû, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd û Meclisa Ziman a Kirmanckî dê li Eywana Meclisê ya li Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Yenîşehîrê panela bi navê “Di rêveberiyên xwecihî de girîngiya zimanê dayîkê” li dar bixin. (13.00)
* Şaredariya Yenîşehîrê dê li Mala Gel a Şilbê ya Kevin Pirtûkxaneya Gel veke (15.00)
* Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (Ziman-DER), dê li Colemêrgê bi merasîmekê avabûna xwe îlan bike û avahiyê xwe veke. (16.00)








