* Hevserokê berê yê PYDê Salîh Muslîm têkildarî êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê û hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk tên anî ziman ku Tirkiye di daxwazên xwe de ne dirûst e û got: “Ji ber wê jî em bi guman nêzîk dibin. Li Bendava Tişrînê şerekî dijwar heye. Ji bo rawestandina êrişan divê hêzeke navneteweyî were herême û parastina bendavê bike.”
* Şuayîp Taniş anî ziman ku kujerê kurê wî Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz fermandarê cendirmeyan Levent Ersoz e û got: “Lê tevî vê yekê jî nehatin ceza kirin. Tenê daxwaza me ew e ku hestiyên me bidin me û kujerên wan jî ceza bikin.”
* Nûsret Taşcîhan ê ku li navçeya Sûrê ya Amedê sefarkariyê dike da zanîn ku sefarkarî ji hosteyên ermen fêr bûye û got: “Dema ku min dest bi sefarkariyê kir gelek esnafên ev kar dikirin hebûn lê niha hema hema bêje ez tenê sefarkariyê dikim.”
* Meşa Dirêj ku di çarçoveya “Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” di 21ê Çileyê de hate destpêkirin dê di roja çaremîn de bidome.
* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, dê li Parka Aştî ya Navçeya Nisêbînê beşdarî meşa li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê bibe. (12.00)