* Cîhan Celo ji bo qanûnên ku li Iraqê hatine qebûlkirin got: “Guhertina yasaya di 10 saliya fermanê de ku hin komên olî yên şîa bi komên sunî jî piştgirî danê re, dê girtiyên DAIŞê azad bibin. Efûya girtiyên DAIŞê û zêdebûna komên cîhadîst yên li derdora Şengalê, metirsiya qirkirineke nû çêdike.”
* Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo aştiyek bi rûmet û çareseriya demokratîk li Tirkiyeyê pêş bikeve, ji sala 1993yan heta niha di nava têkoşînê de ye. Lê her ku Reberê PKKê Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêj dike, dewlet vî destê aştiyê li hewa dihêle û li ser kurdan şer ferz dike.
* Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Dr. Abdulkarîm Omar diyar kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin û got: “Kurd dê di vê sedsalê de mohra xwe li dîrokê bixîn. Ji bo wê divê Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike.”
* Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swîsreyê (YJKS) bernameya çalakiyên 8ê Adarê ya Swîsreyê diyar kir. Jinên Kurd dê di pêşengiya YJKSê de 14 rojan li qadan daxwazên xwe bînin ziman.
* Bi minasebeta 8ê Adarê dê bi peşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek navendan çalakî bên lidarxistin. (12.00-19.00)
* Endam û rêvberên DFGê dê rojnameger Rohat Aktaş li navçeya Pirsûs a Rihayê li ser gora wî bibîr bînin. (13.00)