* Nivîskar û berhevkara Kurd Elîf Gemîcîoglu Yavîçê di derbarê wêjeya niviskî û wêjeya devkî de got: “Em ankû civak giringiyê didine wêjeya niviskî lê belê li gorî min kaniya wêjeya niviskî, wêjaya devkiye. Jina Kurd di nava kar û barê xwe yê gund û çiyayî de wêjeya devkî afirandiye.”
* Şanogerên Yenî Sahneyê ya Êlihê Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: “Em ê her tim li ser çand û hunera Kurdî bixebitin û em ê dest ji şanogeriya Kurdî bernedin.”
* Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê a ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne dê ber bi Girava Îmraliyê biçin.
* Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî dê piştî merasîma ku li Çand Amedê bê lidarxistin, ber bi Rojava ve bê oxirkirin. (11:00)
* Şaxa ÎHDê ya Amedê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2025an de li bakurê Kurdistanê hatine kirin, li avahiyê komeleyê eşkere bike. (12:30)
* Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo piştgiriya projeya “yekitiya neteweyî” ya zêdetirî 200 siyasetmedar û rewşenbîran daye destpêkirin, dê li avahiyê TOD-DERê ya li navçeya Rezanê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13:30)
* Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê de bi boneya salvegera hefteya lehengan dê li ser Goristana Asrî ya Êlihê bernameya bîranînê bê lidarxistin. (14:00)
* Li Farqînê bi hevkariya Midûriyeta Şaxa Muzeyan û Parastina Mîrateyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Farqînê dê starta Pîrozbahiya Serhîvdeyê ya ku dê 3 rojan berdewam bike, bê dayîn. (13:00-17:30)
* Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet, dê di 18emîn meha qetilkirina Rojîn Kabaîşê de li Cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankayayê daxuyaniyê bidin. (18:00)
* EGE-TUHAYDER dê ji bo kesên piştî pîrozbahiyên Newrozê hatine girtin li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyanî bide. (18:30)
* Platforma Jinan a Îzmîrê û Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîşê Edaletê dê bi munasebeta 18mîn meha qetilkirina Rojîn Kabaîşê li ber Pirtûkxaneya Pengûenê li hev bicivin û daxuyaniyekê bidin. (19:00)










