* Endamên Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Nevzat Ozgen û Mehmet Emîn Turk derheqê Yekitiya Neteweyî ya Kurd de axivîn û wiha gotin: “Divê gelê Kurd di Şerê Sêyemîn ê Cihanê de yekitiya xwe ava bike.”
* Rojnameger Adnan Bîlen ê şahidiya çalakiyên Serhildana 28ê Adarê ya Amedê kiriye, diyar kir ku Kurdan bi têkoşîna xwe ya li qadê çerxa desthilatdaran şikand û got: “Di wan çalakiyan de 3 peyam hatin dayîn. Peyama herî hişk dan dewletê, ya duyemîn peyam dan tasfîyekaran ku di nava tevgerê de bûn û ya sêyemîn jî peyama têkoşîna xwe dan civaka Kurd.”
* Di sedsala 21an de dar êdî ne tenê xemla xwezayê lê parêzvanên sereke yên cîhanê ne. Li herêma Serhedê li dijî xetereya germbûna gerdûnî, parastina 5 cureyên daran wekî gava herî stratejîk a parastina paşerojê tê nirxandin.
* Bi tevlibûna Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi serenavê “Jin têkildarî aştiyê diaxivin” dê li oteleke li navçeya Yenîşehîr a Amedê panelek bê lidarxistin. (09:30 – 10:00)
* Dayikên Şemiyê dê di heftaya 1096emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê bidomînin. (12:00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERa Sêrtê bi boneya salvegera hefteya lehengiyê dê li ber avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd werin bibîranîn. (12:00)
* Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Îzmîrê, Colemêrgê û Malbatên Windakiriyan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” bidomînin. (12:00-13-00)
* Şahiya Serhivde ya li gundê Emerkayê a navçeya Farqîna Amedê tê lidarxistin dê bidome. (13:00-17:00)
* Di pêşengtiya MEBYA-DERa Amedê de bi boneya “Hefteya Qehremaniyê” li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezana Amedê dê serdana gorên cangoriyan bê kirin. (14:00)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê dê li Şanowanê bernemeya bîranînê bê li darxistin. (16:30)
* Komeleya Gimgimê û rêxistinên xwezaparêz, dê li dijî projeya Santrala Jeotermal a ku li Gimgimê tê çêkirin, li Qada Qesaban a Çîgîliya Îzmîrê daxuyaniyeke bidin. (18:00)










