* Hevseroka TEV DEMê Remziye Mihemed anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gaveke dîrokî avêtiye û divê êdî dewlet gavan bavêje. Remziye Mihemed xwest hemû gelê kurd û cîhanê piştgiriyê bidin vê peyamê û ji bo çareseriya demokratîk berbirsiyariyê bidin ser milê xwe.
* Nivîskar Rojger Botan diyar kir ku Banga Rêber Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk xwendina rihê dîrokê nîşan dide û got: “Êdî konjonktura vê demê li şûna rêbazên şer, şîdet û kodên tekperest ên netew-dewletê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî ferz dike.”
* Li Qada Şêx Seîd a Amedê bi hezaran kesî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan guhdar kir. Piştî ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin welatiyan fikir û bendewariyên xwe anîn ziman û xwestin tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe.