* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangek dîrokî kir ku em niha di salvegera vê bangê de ne. Piştî xwefesixkirina rêxistinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke bingehîn a pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê dest bi lêgerînekê kir. Di Manîfestoya xwe ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk de, Abdullah Ocalan çareseriya gelek pirsgirêkan bi teoriya “Civaka Demokratîk” datîna holê. Herwiha, ew koka pirsgirêkê bi çarçoveya dîrokî ya têkiliyên Kurd-Tirk ve şîrove dike û çareseriyê, bi rêya entegrasyona demokratîk pêşniyar dike.
* Rojnameger Jasper Mortîmer ê bernameya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk şopandiye, tekildarî peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku peyam dê bandor li ser hemû mirovahiyê bike. Parêzer Devrat ê ji Hîndîstanê hatibû jî bi lêv kir ku ew ji ber meraqa peyama Abdullah Ocalan hatiyê Enqereyê.
* Bi ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibata 2025an re salek derbas bû. Welatiyên Wanî saleke pêvajoyê nirxandin û gotin ji bo aştî pêk were divê dewlet mafên gelê Kurd qebûl bike û gotin: “Bila tu kes ji aştiyê netirse. Aştî dewlemendiyeke dinyayê ye, ji bo hemû mirovan û gelan.”
* OHD ji bo pêkanîna “Mafê Hêviyê” duh li Amedê meşeke girseyî li dar xist. Parêzer û endamên OHDê yên ku tev li meşê bûn diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û civateke demokratîk divê demildest gavên şênber bên avêtin.
* Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ê ku qeyim tayînî şûna wî hatiye tayînkirin û rêveberên DBPê yên Êlihê Kadrî Tekîn û Şukru Acar têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku salek li pey xwe hişt gotin ku divê gavên şênber bên avêtin û diyar kirin ku tu tişt bi gotinan çênabin, hewceye êdî dewlet qanûnên xwe biguherîne.
* Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî derbarê rewşa dawî ya li Şengalê û got ku welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine, niha bêdeng in.
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê dê li Baroya Wanê bi dirûşma “Bi ruhê ciwantiyê ber bi avakirina civaka demokratîk” bi tevlibûna sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş civînekê li dar bixe. (11.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê di hefteya 216an de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” de dê li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê aqûbeta Mehmet Yaşar bipirsin. (12.00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1092yan de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12.00)
* Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li dar bixin. (12.00)
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi tevlibûna aktivîsta TJAyê Sabahat Tuncelê dê li Komaleye Zîvzekê ya navçeya Umraniyeyê hevdîtina jinan li dar bixe. (13.00)
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya Amedê dê li avahiyê xwe şahiya belgedayinê li dar bixe. (14.00)
Kirmanckî
* Bedrî Karabûlût taxa Dêrsimî Gazike de mêsanê hemgênî keno weye. Wayîr vejîyayîşê xoza ser vindeno, vano: “Xoza xo ra wayîr vejîme ke karê ma rind bêro. Çike xoza rîyê merdimî ya.”









