* Hevalê kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Kaya, Abdûrrahman Gok û keça wî Rêzan Kaya di salavegara koça wî de ew bi bîr anîn. Abdûrrahman Gok wiha got: “Mamoste Qedrî di her wêne, dîmen û nûçeyên me de bi me re ye û hevparê ragihandina heqîqetê ye.” Keça wî Rêzan Kaya jî wiha got: “Ew mîrateya ku ji me re hişt serfiraziyeke pir mezin e.”
* Hevserokê OHDê yê Giştî Serhat Çakmak têkildarî biryara vekişandina gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê diyar kir ku Tevgera Azadiyê bi gava vekişandinê armanca xwe ya pêşxistina pêvajoyê aşkere kir û got: “Êdî dema gav avêtinê dora dewletê ye. Divê dewlet zagonên entegrasyonê derxê.”
* Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhîttîn Mûgûç û Berdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç biryara paşvekişandina gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nirxandin û diyar kirin ku divê gavên şênber werin avêtin.
* Nivîskar û Akademîsyen Nûr Mehmet Guler têkildarî dirêjkirina tezkereya ku li Tirkiyeyê hate kirin de anî ziman ku hê jî dewleta Tirk di şer de ji israra xwe nayê xwarê û wiha axivî: “Dewleta Tirk pêvajoya aştiyê ji xwe re weke taktîkek xapandinê dibîne. Di vê pêvajoyê de jî amadekariyên şer tên kirin.”
* DFG dê Kadrî Kaya ku weke Mamosteyê Çapemeniya Azad tê naskirin di 7emîn salvegera wefata wî de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê bi bîr bîne. (13.00)
Kirmanckî
* Ma proseso newe yo ke binê nameyê “Aştî û Komela Demokratîke” de dest kerdo ci ser nuştoxanê kurdan Hasan Alkiş û Velî Bîngoltekînî de qisey kerd. Heto yew ra vera dewlete şik û gumanê xo bibêne jî omidê xo zî şeveknenê û aştîye wazenê.













