* Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û ragihandina agirbestê ya PKKê diyar kir ku divê tavilê parlamentoya Tirkiyeyê kom bibe û got: “Divê hikumet û parlamento bersiva banga Rêber Apo bide. Dema azadiya Rêber Apo hatiye.”
* Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî û got: “Divê dewlet nêrîna xwe ye li ser kurdan biguhirîne û kurdan wek welatî bibine. Divê sozên bi Rebêrê PKKê Abdullah Ocalan re hat dayîn hemû di pratîkê de bi cih were.”
* Bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji bo nirxandina peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan dê Meclisa Partiyê û Hevserokên Bajaran li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bicivin. (10:00)
* Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê dê 2yemîn kongreya xwe ya Asayî li otelekê li dar bixe. (11.00)