* Endamê Sekreteryeya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Îhsan Taş li ser yekitiya demokratîk axivî û got: “Armanca avakirina vê însiyatîfê ew ê ku hemû Kurdên welatparêz, hemû partiyên Kurdewar di bin sîwanekî de kom bike û ji bo Kurd û Kurdistanê xebatên xwe bimeşîne.”
* Li gundê Emerka yê navçeya Farqîna Amedê şahiyên Serhivdeyê sê roj û sê şev bênavber berdewam kir. Şahî bi tevlibûna gelek welatiyan bi awayeke xurt derbas bû. Welatiyên tev li şahiyê bûne li ser wate û dîroka Serhivdeyê axivîn.
* Şêx Evdirehmanê Axtepî di dîroka wêjeya Kurdî ya klasîk de stûneke sereke ye. Ew ne tenê helbestvanek, di heman demê de zanyarekî olî, fîlozofekî tasewufî û ramyarekî civakî bû.
* N.Eyê 17 salî di 24ê Adarê li Stenbolê bi hinceta di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinê kirine û al rakiriye” bi îşkenceyê hat binçavkirin. N.E behsa binçavkirina xwe kir û got: “Ji min re gotin; te bi kîjan destî al girtiye? 3 polîs bi jopê destê min xistin û min dan. Min ji wan re got ‘laşê min êşiya’ polîsekî din hat pêlî serê min kir.”
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Goristana Karşiyakayê tevlî bîranîna bûyera Kizildereyê bibe. (12:30)
* OHDa Stenbolê têkildarî îşkence, girtin û binçavkirinên piştî Newrozê hatinek kirin, dê li avahiyê komeleya xwe ya li Beyogluyê daxuyanî bide. (13:00)
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temeli dê tekildarî geşedanên di rojevê de ne li Meclise daxuyanî bide. (14:30)
Kirmanckî:
* Dewijanê Gimgimî vera projeyê JES’î yo ke Gimgim de tesîrê 16 dewan keno reaksîyon nîşan da. Dewijan ra Heves Kar, Nacîye Başak û Îmam Karî waşt ke proje bêro betalkerdene.










