* Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku êrişên li ser hezên gerîla li dijî pêvajoyê provakasyon e û got: “Ji bo pêvajoyê xetere ye. Divê gelên Tirkiyeyê, rewşenbîr, saziyên civakî li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin.”
* Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Amedê 1emîn Konferans Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Aktîvîsta TJAyê Mizgîn Irgat, anî ziman ku konferanseke serkeftî bû û got: “Di konferansê de mijara yekîtiya neteweyî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê derket pêş.”
* Mûrad Doner yê 70 salî anî ziman ku tevî hemû polîtîkayên bişaftinê jî wî hewl daye bi zimanê xwe rabe û 231 helbest nivîsandiye.
* Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû got: “Hewceye ku li ser yekitiya gelê Kurd xebatên xurt bên meşandin û divê îro jin pêşengtiya azadî, aştî, civaka demokratîk û yekitiya gelê Kurd bikin.”
* Parlementera PDKê ya Hewlêrê ya berê Semîra Goran ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû wiha got: “Em hemû bi aştiyê dilxweş in. Niha serdema aştî, pirrengî, xebatên civakî û qanûnî ne. Em bi birêz Abdullah Ocalan re ne, destê wî xweş ku daxwaza aştiyê dike.”
* Li Amedê di 31ê Gulanê de bi pêşengtiya TJAyê dê meşek bê lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Sabahat Erdogan Saritaş jinan vexwendin meşê û diyar kirin ku li qadê dê dengê jinan bilind bibe.
* Rojên Pirtûkên Kurdî ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) de li Qada Şêx Seîd tê lidarxistin di roja çaremîn de dê berdewam bike.
Kirmanckî
* Endamê MYK’yî yê ÎHD’yî Hakki Demîr derheqê proses û polîtîkayanê ziwanî ser o û ewro ra pey ganî senî bibo, nê babetan ser o qisey kerd û wina vat: “Sey her kesî heqê ma zî est ê, bêrê ma pêro pîya bixebitî û heqanê xo bigîrê.”