* Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel, têkildarî “Înîsiyatifa jinan a pêdiviya min bi aştiyê heye” anî ziman ku jin her tim li dijî şer aştiyê dixwazin û got: “Banga Birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê jinan ve bi coş û kelecan hat pêşwazîkirin. Jin plan dikin ku di demên pêş de dê meşa Enqereyê pêk bînin.”
* Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) dê li gelek bajaran bernameyên bîranînê bên lidarxistin. (12.00-18.00)
* TJA, DEM Partî û DBPê dê li gelek bajaran têkildarî “Aştî û Civaka Demokratîk” civînên gel li dar bixin. (18.00-20.00)