* Şervanên YPGê û YPJê li dijî DAIŞê 134 rojan li ber xwe dan û li dijî DAIŞê Kobanê parastin. Piştî berxwedana xurt a YPGê û YPJê ya li dijî DAIŞê di 1ê Mijdarê de li gelek welatên cîhanê Kurd û dostên Kurdan daketin kolanan û piştgirî dan Kobanê.
* Hevberdevka HDKê û endama komîsyona meclîsê ya DEM Partî Meral Daniş Beştaş anî ziman ku piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê divê zemîna hiqûqê bê avakirin û got: “Birêz Ocalan aktorê sereke ye.”
* Diyadîn Turanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hatibû berdan derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de anî ziman ku dewleta Tirk hê jî tu gavên şênber neavêtiye û got: “Li meclisê komîsyonek dane avakirin lê hê jî dewletê tu gaveke şênber ne avêtiye.”
* Komîsyona Meclisê dê di civîna xwe ya 16an de Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç guhdar bike. (11.00-13.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê têkildarî muameleya xerab û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyê bide. (12.30)
* Nivîskar Arjen Arî dê di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê were bibîranîn.
(12.30)
* Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê ya Enqereyê bi Serokkomar Tayîp Erdogan re hevdîtinê bike. (17.30)













