* Li Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê 550 şagirt perwerdehiya zimanê Kurdî, gitar, tenbûr, piyano, wênesazî û şanoyê dibinin. Perwerdekarê şanoyê Mahsûn Asilkar bi lêv kir ku 20 şagirt perwerdehiya şanoyê dibinin û qala girîngiya şanoya Kurdî kir.
* DSÎyê di navbera bajarokê Qesrîk û navçeya Cizîrê de dest bi çêkirina bendaveke nû kir. Bi çêkirina bendavê re peyker û pira dîrokî ya 6 hezar salan a bajarokê Qasrikê dê di bin avê de bimîne. Parêzer Fadil Tay bang li welatiyên Qesrîkê kir û xwest serî li baroyê bidin.
* Li Wanê komeleya zimanê kurdî KURDÎGEH ku nû dest bi xebatên xwe yên çand û ziman kir, vebû. Mamosteyê komeleyê Şevket Acar bal kişand ser hewcehiya saziyên bi vî rengî û banga hînbûna zimanê kurdî kir.
* Rêvebera MED TUHAD FEDê der barê kampanyaya pereşandina girtîgehan a ku dane destpêkirin wiha got: “Me niha li 10 bajaran dest bi kampanyayê kiriye. Lê heta ev zilma ku ji ber şandina pereyan li girtiyan û malbatên wan tê kirin bidome dê ev kampanyaya me jî berdewam bike.”
* Hat zanîn ku li Girtîgeha Ûşakê gardiyanan êrişî girtiyek Roman Mertcan Acar kirine û di encama îşkencekirinê de laşê girtî reş û şîn bûye û serê wî hatiye şikandin. Malbata girtî serî li dozgeriyê û Komeleya Romanan Romanî Godî da.
* Bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê dê 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamya ku 9 rojan bidome dest pê bike. (12.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê dê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Miksê li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyaniyê bide (11.00)
* Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dê xizmên windayan çalakiyên xwe yen şemiyê berdewam bikin. ( 12.00)
* Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya ji bo xizmên xwe yên winda bidomînin. (12.00)
* Li Stenbol û Enqereyê komîsyonên girtîgehan ên ÎHDê dê ji bo girtiyên nexweş daxuyaniyan bidin. (13.00)