* Hevjîna siyasetmedar Salîh Muslim, Ayşe Efendî anî ziman ku Salih Muslim her tim ji bo gel xebitiye û wiha got: “Yek jî hêviya Salih Muslim ew bû ku Kongreyeke Yekîtiya Neteweyî bê lidarxistin. Salih Muslim gelek caran digot yek jî projeya Serokatî ew e ku kongreyeke neteweyî bê lidarxistin.”
* Îrfan Geylanî li ser şerê DYA-Îsraîl û Îranê, giringiya PJAKê ya siyasî û civakî axivî û got: “Êdî cîh ji bo nezelaliyê tune ye. Dema ku behsa azadiyê tê kirin navê PJAKê bi zanebûn ji hevkêşeyê tê derxistin, ev ne tenê nerazîbûn e lê rakirineke bi armanc e. Rakirineke ku koka xwe ji tirsê digire, ne li mentiqê.”
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li Qesra Cemîlpaşa ya li Sûrê derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 4ê Nîsanê de daxuyanî bide. (11:00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê biaxive. (12:45)
* Bi pêşengiya TJAyê li Êlihê dê li du cihên cuda bi armanca rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balonên bi wêneyên Ocalan bifirînin. (20:00)
Kirmanckî
* Mamosta û nuştoxê ziwanê kirmanckî/zazakî Mehmet Olmezî, rewşa kirmanckî ser pêşnîyaz, stratejî û planê çalekîye girewtî keleme. Wina vano: “Ma sey kesanê ke zazakî qisey kenê, zazakî bander kenê, pê zazakî rojnamegerîye kenê û mîyanê meclîs û sazgehanê sîyasîyan de zazakî temsîl kenê, ma pîya hertim vanê ke “MA VINDÎBÎYAYÎŞÊ ZAZAKÎ QEBÛL NÊKENÊ.” La seba naye gelo ma heme çîyan kenê?”










