* Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi boneya hatina 4ê Nîsanê rojbûna birayê xwe Abdullah Ocalan banga tevlêbûna bernameyên mîhrîcanê kir û got: “Em berê tune bûn, lê niha em bi saya Serok û hevalên wî ji tunebûnê ketin hebûnê.”
* Li navçeya Reya Armûşê ya Wanê, bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîrozbahiyeke bi heybet û coş hat lidarxistin. Dayîkên Aşitiyê yên ku bi cilên xwe yên neteweyî eywan tije kirine, destnîşan kirin ku ji aliyê me ve gelek gav hatin avêtin, lê dewletê hêj jî tu gav neavêtine.
* Listîkvanê ŞanoWanê Ercument Erdemîr derbarê şanoya Kurdî de da zanîn ku yek ji çavkaniyên herî eşkere ya şanoyê govend e û got: “Her govendek li ser çîrokekê avabûye û wateyeke xwe heye.”
* Ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê, 4ê Nîsanê ne tenê rojbûna Serokekî ye, ew sembola ji nû ve jidayikbûna gelê Kurd, lêgerîna nasnameyê û pratîkbûna teoriya Modernîteya Demokratîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vê rojê bi awayekî sembolîk wekî “Rojbûna Gelê Kurd” û “qonaxake dîrokî” pênase dike.
* Li taxên Buzxane, Selîmbey û Rêya Kevin ya Kelehê yên girêdayî Rêya Armuşê ya Wanê di bin çop û bermahiyê de mane. Welatiyên nerazîbûna xwe anîne ziman, bang li rayedaran kirin ku berpirsiyariyên xwe bînin cîh.
* Hevserokê OHDê şaxa Amedê Muhîttîn Muguç derbarê girtina parêzer û endamê şaxa OHDa Edenê Musa Bendaş axivî û got : “Mûsa Bendaş, ji ber ku beriya parêzertiyê xwedî nasnameya xwe ya Kurdewarî bû û ji ber bertek nîşanî êrîşan da, hate girtin.
* Li Parka 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetiyê bi dirûşmeya “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad” dê pîrozbahiyên Mîhrîcana Rojên Amara bê lidarxistin. (10:00-20:00)
* Bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Çatalcayê dar bên danîn. (15:00)
* Kirmanckî:
* Ayhan Çatakçi 30 serrî ra dima cayo ke tede weşîya xo ramitêne ci ra erzîya teber. No ca verî Mektebê dewa Şovayîge bî. Rijîyaye bî, Çatakçi tamîr kerd û tede mendêne. No zimistan dewlete eşt teber. Wina vano: Mektep rijîyabî mi viraşt, nika ez bîlaseve eşta teber.”











