* Bi hezaran kes ji bo Mîhrîcana Rojên Amarayê ya bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin navçeya Xelfetiyê. Welatiyên tevlî mîhrîcanê bûne daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd kirin û gotin: “Azadiya Serok Apo azadiya me ye.”
* Di Festîvala Amarayê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê tê lidarxistin de, wêneyên xweşik ketin ber kadraja ajansa me.
* Di çarçoveya Rojên Festîvala Amarayê de bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ve” li gundê Amarayê yê Xelfetiyê dê rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. (11:00)
* Partiyên siyasî û saziyên demokratîk dê bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Bostanîçiyê ya Wanê daran danin. (11:00)
* Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya heftane a bi daxwaza “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li dar dixin, bidomînin. (12:00)
* Çalakiya Dayik-Mirovên Şemiyê dê di heftaya 1097emîn de li Qada Galatasarayê bidome. (12:00)
* Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê dê turnuvaya futbolê ya ku diyarî Rojîn Kabaişê kiriye, li Bornovaya Îzmîrê bide destpêkirin. (12:30)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, çalakiya xwe ya ku du heftiyan carekê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe dê li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê bidomîne. (13:00)
* Rêxistina Partiya DEMê ya Îzmîrê û TJA, bi boneya pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Buca û Bayrakkliyê şahî li dar bixin. (13:00-19:30)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê dê bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li eywaneke dawetê ya Wanê şahiyekê li dar bixe. (14:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê Tesîsa Sporê ya Karadolepê ya navçeya Eyubê tûrnûveya futbolê li dar bixe. (17:00)
Kirmanckî:
*Dêrsim de pêşengîya hunermend Zeynep Kiliçe de koroyê Perperikê Usarî yê domanan konser da qican û şarê Dêrsimî. Qomê Zaf eleqa nîşanê ci da û cinîk û kokima terba domanan bi ziwanê xo de kilamî vatî.












