* Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Songul Guler tekildarî 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê anî ziman ku wan li dijî pergala netewe dewletê ku jinan tune dihesibînê li Wargeha Mexmûrê pergala Netewa Demokratîk ku azadiya jinê esas girtiyê ava kiriye.
* Hevserokê Giştî yê PYDê Xerîb Hiso tekildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku pêvajoya hatiye destpêkirin wê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got: “Êrişên Tirkiyeyê didomin. Di nav şer de em ê çawa destwerdanê bikin. Em ê parastina xwe bidomînin.”
* Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Rûstem Cîhangirî der barê pêvajoya li Tirkiyeyê got: “Çareseriya Abdullah Ocalan pêşniyar dike zehmet nîn e, çareseriyek gelek sade ye. Jixwe Dewleta Tirk dibêje ez dewletek demokratîk im, li welat hiqûq û mafên mirovan hene. Madem wisa ye ev çareserî gelek hêsan dê cî bi cî were.”
* Murat Karaliyan di sala 1986an de dibe mêvanê Sazumankarê Koma Agirî Menal Heskulek. Li ser pêşniyara Murat Karayilan a ‘Tu dikare koma muzîkê ava bike?’ Helbestvan Menal Heskulek 2 keç û kurê xwe kom dike û Koma Agirî ava dike.
* Odeya Tabîban a Amedê dê bi boneya eşkerekirina Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 2025an li odeya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* MED TUHAD-FED û TUAY-DER dê bi sarnavê “Di girtîgehan de jin” panelek li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê li dar bixin. (13.00)