* Hecî Celal Denîz ku yek ji rûspiyê eşîra Sîpkiyan e li Xelfetiyê tev li pîrozbahiya festîvala rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Hecî Celal dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi helbestan tîne ziman û ew dibêje ku ew dixwazin êdî Ocalan di nav xwe de bibînin.
* Platforma Saziyên Demokratîk bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Perava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê dê bi tevlibûna Azîme Işik, Veysî Aktaş û Sebahat Tuncelê bernameya seyranê li dar bixe. (11:00-17:00)
* MED-DER dê bi boneya semînera pêşdibistanê li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bernameyeke belgedayînê li dar bixe. (15.00)
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Taxa Gaziyê ya navçeya Sultangaziyê şahiyê li dar bixe. (19:00)













