* Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhîtîn Muguç diyar kir ku peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke hevpar nexşe ye û wiha got: “Heke dewlet daxwaza aştiyê ya gelê Kurd nebîne û li gorî vê gav neavêje kes dewleta Tirk muxatab nagire Divê Tirkiye di qada navneteweyî de neyê naskirin û tune bê hesibandin.”
* Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek têkildarî nîqaşên dawî diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk were û got: “Heke bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin divê di serî de azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were.”
* Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê civîna “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê” li ÇandAmedê bibe. (11.00)
* Li Şirnexê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di çarçoveya “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê” de civîna gel wê bê lidarxistin. (11.00)
* DEM Parti û DBP dê di çarçoveya “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê de” civînên xwe yên bi gel re berdewam bikin û banga beşdariya mitînga li Amedê bikin