* Peymana li Sûrî pêk hat bi temamî ne bi dilê aliyan be jî ji ber ku pêşî li şereke mezin girt weke çareseriyek baş hate pêşwazîkirin. Helbet her kes meraq dikir gelo ev çareserî çawa pêk hat. Gelek gotin li ser hatin kirin û her derdor dixwest ji xwe re payekê jê derxe. Lê belê ev çareserî bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Dîplomasiya di navbera Girava Îmraliyê, Enqereyê, Rojava, Şam, Hewlêr, Londra, Parîs û Washîngtonê de meşiyaye, hêza Ocalan careke din dide xuyakirin.
* Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzer Mazlum Dînç destnîşan kir ku Ocalan êriş û şerê li dijî Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin wekî komployek navneteweyî nirxandiye û ji bo van êriş werin pûçkirin jî destwerdanên gelek girîng kirine. Dînç anî ziman ku li dijî polîtîkayên hêzên hegemonîk ên li ser bingeha qirkirina gelan, paradîgmaya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya Rojhilata Navîn şansek mezin e û wiha got: “Pêwîst e her kes rola Ocalan bibîne û ji bo dikaribe bi rola xwe rabe jî daxwaza azadiya wî bi dengekî bilind bîne ziman.”
* Sê sal di ser erdhejên Mereşê re derbas bûn, lê birîn hin jî nehatine kewandin. Erdhejê bajaran hilweşand lê polîtîkayên rantê yên desthilatê jî jiyana mexdûran hilweşand. Bi hezaran mirov di navbera konteynirên teng û polîtîkayên rantê de li benda mafên xwe ne.
* Li Stenbolê her kes ji ber erdhejê metirsîdar e û avahiyên Stenbolê ji erdhejê re ne amade ne. Endamê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Stenbolê Denîz Polat diyar kir ku xebatên Şaredariya Bajarê Mezin û Walitiya Stenbolê têrê nake û got: “Heke xebatek baş bê meşandin dê di nava 5 salan de amadekariya erdhejê bi dawî bibe.”
* *Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê dê di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de serdana goristan bike û qurbaniyan bi bîr bîne. (10:00)
* Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê wê derbarê salvegera erdhejên 6ê Sibatê de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (12:30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Payizavayê ya Wanê dê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşekê li dar bixe. (13:00)
* Platforma Şaxan a KESKê ya Wanê dê bi boneya salvegera erdheja 6 Sibatê li ber Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyekê bide. (17:00)
* Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê têkildarî salvegera 3yemîn a erdheja 6ê Sibatê li Qada Îskeleya Kadikoyê daxuyanî bide. (18:30)
* Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê wê derbarê salvegera erdheja 6ê Sibatê de li ber peykera erdhejê ya Bayrakliyê daxuyaniyekê bide. (19:00)









