* Kumrî Akgul a ku ev 40 sal e di nava xebatan de ye û di sala 2022an de ji ber çalakiya “Dayikên Edaletê” li dar xist, bi 11 mehan, her hefteyê hat binçavkirin. Kurî Akgul destnîşan kir ku wan wan her hefteyê ji bo girtiyan daxwaza edaletê kir û wiha got: “Heta welat azad bibe, em ê li ser pêyan bin. Em ê dijî zextan her dem li qadan bin û tu caran jî serî natewînin.”
* Jina Kurd Şirîn Elemhûlî ku di 9ê Gulana 2010an de ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hat darvekirin, bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist. Şirîn Elemhûlî tevî îşence û zextên lê hatine kirin jî serî netewand û bi gotina, “Min fêrî firotina rûmeta xwe nekirine. Ez ê bi serbilindî ber bi sêdarê ve herim, lê ez ê tu carî nebin lekeyek li ser eniya gelê xwe. Mirin ji bo min ji vê rûreşiyê bi rûmettir e” mirin pêşwazî kir.
* Seroka MKGê Roza Metîna û Hevserokê DFGê Selman Çîçek ku bertek nîşanî polîtîkayên zext û sansûrê yên dewletê yên li dijî rojnamegeran dan, destnîşan kirin ku desthilat ji heqîqetê ditirse û gotin: “Heta çapemenî azad nebe pêvajoya aştî û demokrasiyê bi pêş nakeve.”
* Rizgar Tûrhan ê ku 30 sal an di girtîgehê mabû diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan daye destpêkirin, di nava salekê de gelek tişt bi xwe re guhert û got: “Paradîgmaya Rêber Apo ya neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk hemû rengan di nava xwe de dihewîne.”
* Jinên dikandar yên li Geverê bal kişandin ser giringiya yekdengî û pêşveçûna jinan û diyar kirin ku jin divê di hemû qadan de xwe bi pêş bixin û anîn ziman ku dengê wan ne tenê 8ê Adarê divê her roj di civakê de were bihîstin.
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1093an de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar bixin. (12:00)
* TJA dê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li gelek navendan meş, mitîng, û çalakiyên cihereng li dar bixe. (12.30-14.00)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, ji bo pirs kirina aqûbeta windayan, dê çalakiya xwe ya ku her du hefteyan carekê pêk tîne li pêşiya Sumerbanka Kevin a Konakê berdewam bike. (13.00)
* Meclisa Jinan a KESKê dê bi boneya 8ê Adarê li pêşiya Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyekê bide. (13.30)
* Rapora bi sernavê “Derfet û Sînordariyên Gihandina Zarokên Pirziman” ku mamosteyên zimanê Kurdî Ronayî Onen û Cemîl Guneş amade kirine dê li Çand Amedê ji raya giştî re bê parvekirin. (13.30)
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê, di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de dê li pêşiya Sumerbanka Kevin a Konakê bi jinan re bicive. 14.00)
* HDK dê bi Şaxa DADê ya Îzmîrê û Komeleya Kanîreşê re bi beşdariya Aktîvîsta TJAyê Gultan Kışanakê li avahiyê Komeleya Kanîreşê “Civîna Baweriyê” li dar bixe. (14.00)
* MATUHAYDER dê bi tevlibûna Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş re li navçeyên Sancaktepe û Esenyurtê yên Stenbolê bernameya fitarê li dar bixe. (18.00)
* DEM Partiya Manîsayê bi boneya 8ê Adarê dê bi beşdariya Parlementer Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ve li Manîsayê “Sifreya Piştevaniyê” li dar bixe. (19.00)
* Nexgen Kurdî dê bi navê “Ciwanî û Aştî: Hêviya Pêşerojê û Hevjiyan” li Çand Amedê forumekê li dar bixe. (20:00)












