* Rojhilatê Kurdistanê 11 roj in bi pêleke nû ya çalakiyan dilerize. Çirûska ku ji ber krîza aborî û giranbûna jiyanê vêket, di demeke kurt de veguherî qêrîna azadiyê û nerazîbûna li dijî sêdaran. Rojnameger û aktîvîsta Mafên Mirovan Neşmîl Ebdî diyar kir ku çalakiyên tên lidarxistin berdewamiya şoreşa û serhildana “Jin jiyan azadî” ye.
* Endama Konseya Rêveberiya KNKê Rojîn Mûkriyan destnîşan kir ku bûyerên li Îran û Rojhilat diqewimin nîşan didin ku guhertina siyasî li Îranê nêzîk dibe û diyar kir ku divê gelê Kurd ji bo senaryoyên neyînî yên li Îranê amade be û bi lez û bez xwe birêxistin bike.
* Mele Kerem Yilmaz û Mele Osman Kaya di derheqê Îslama demokratîk de axivîn û gotin: “Xwedayê ezîm dibêje ey gelî însanan hûn temam bi hev re bikevin nava edaletê, başî û xweşiyê. Karê we edalet e, başî û wekhevî ye. Xwedayê ezîm emir kiriye ku em ji zilmê û xirabiyê dûr bisekinin.”
* Geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Rojavayê Kurdistanê, Sûriyeyê dê bên şopandin.










