* Endamê Meclîsa Giştî yê PYDê Ehmed Xoce têkildarî êrişên hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anî ziman ku heke pêşî li êrişan neyê girtin dê rê li ber xetereyên mezin veke û got: “Ev şer tenê bi wir ve sînorkirî namîne, dê belav bibe.”
* Hevseroka Meclîsa taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman destnîşan kir ku Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze siyaseta li dijî Elewî û Durziyan dimeşîne li dijî gelê Kurd jî bimeşîne û got: “Tu kes ne bi êrişan ne jî bi şerê taybet dê nikaribin hêza vî gelî bişikînin.”
* Rojnameger Gelawêj Ewrîn têkildarî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diyar kir ku jin, ciwan û tevahiya gelên Îranî ji bo bidestxistina azadiya xwe amade ne canê xwe jî feda bikin û got: “Bê tirs û du dilî berê xwe didin kolanan. Ji bo wê jî mîsogere ku wê sala 2026an bibe sala azadiya gelên Îranê.”
* Rojnameger Argeş Gewda têkildarî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê diyar kir ku çete êrişî sivîlan dikin û wiha got: “Dewleta Tirk zextê li hikûmeta Sûriyeyê dike ku êriş bike. Armanca Dewleta Tirk ew e ku destkeftiyên gelê Kurd asteng bike.”
* Ahmet Kaganarslan ê ku piştî 32 salan ji zindanê hatibû berdan diyar kir ku wî Sakîne Cansiz li Lubnanê li akademiya Mahsum Korkmaz hevdu nas kirine û demekî bi hev re mane û got: “Hem sekn, hem tevlibûna wê û hem jî têkiliyên wê yên bi hevalan re bendorê li mirovan dikir.”
* Li Wanê heqê rêya nava bajêr ji sedî 17 hat zêdekirin. Ajokaran ev zem weke hewceyî nirxand, welatiyan jî bertek nîşanî bihakirina heqê rê dan.
* Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê bi boneya 10ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin a Cîhanê, di bernameya taştê de li Şehrîvanê ya li Rêya Armûşê bi rojnamegeran re tê cem hev. (09.30)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi armanca xwedîderketina taxên Kurdan ên li Helebê-Rojava meş û daxuyanî bên lidarxistin. (11:00-19:00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî mijarên di civîna MYKê de derketine pêş û geşedanên dawî li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî bide. (11.00)
* Geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dê bên şopandin.
Kirmanckî
* Sarê dewa Pilvengî Gaxane ke amê pîr û talibi pîya sonê serê jîyaranê xo, cem girêdanê û mineta xo kene. Pîlvenge 94î ra tepîya hetê eskeran ra ameyê talkerdene. Serra 2000î ra dima peyser amey dewa xo û nîka wazenê îtîqatê xo zê zemanê verî biramê.










