* Welatiyên Amedê ku li dijî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê rabûn ser pêyan, hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin: “Em îro li dijî êrişên li ser taxên Kurdan yên Rojava li vir in. Em van êrişan qebûl nakin dê têkoşîna me bidome”
* Welatiyên ku tev li meşa li Wanê bûn bertek nîşanî êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dan û gotin: “Li pişt van êrişan dewleta Tirk heye, em van êrişan şermezar dikin, bi Kurdên Bakur re aştî, ji aliyê din jî kuştina Kurdên Rojava nabe, ev ne biratî ye.”
Li bajarê Amedê ji ber bihabûna zêde êdî gel nikare wekî berê goşt bikire. Qesabên Amedê dibêjin, “li Amedê êdî goşt kêm tê firotin. Ji bo krîza aborî gel nikare goşt bistîne.”
* TJA, dê bi boneya salvegera kuştina 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn kuştin, li ŞanoWanê bernameya bîranînê li dar bixe. (14.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê li navçeya Germencîk wê li dijî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê meşekê li dar bixe û daxuyaniyê bide.
* Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê dê bi minasebeta salvegera komkujiya Parîsê û Silopiyayê li avahiya xwe bernameya bîranînê li dar bixe. (18.00)
* Geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dê bên şopandin.










