* Endama Konseya Rêveberiya KNKê akademîsyen Rojîn Mukriyanî da zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê hewldanên yekîtiyê hene û destnîşan kir ku heke li Rojhilat yekîtiya Kurdan nebe, azadiya siyasî û neteweyî nikare pêk were.
* Li navçeya Cizîrê gelek kargehên wekî xwaringeh û kafe bi gefê belgeya ‘Em tazmînat naxwazin’ li karkerên xwe didin îmzekirin.
* Ji ber ku li Cizîrê qeyûm hemû parqên bajêr radestî saziyên dewletê kirine Şaredariya Cizirê nikare li parqan xizmeta gel bike.
* Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê berdewam bikin. (12.00)
* Rojnameger Huseyîn Denîz dê di salvegera 33yemîn a kuştina xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Serêkaniya Rihayê were bibîranîn. (17.00)
* Hunermendê mezin Aram Tîgran dê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê ji aliyê saziyên çandê ve were bibîranîn. (19.30)
ROJEVA KIRMANCKÎ
*Huseyîn Denîz, 9ê Tebaxa 1992î de, Ceylanpinarê Riha de ame qetilkerdêne, hîna 36 serre bi. O, yew rojnamegerê giranbiha bi ke bi eseranê xo yê hêjayan cayê xo tarîxî de girewtbi. Bi qelema xo, xizmetê şarî kerd. O, bi zerrîweşî yew merdimê ke rojnamegerîye ra hes kerdêne bi.