Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û siyasetmedar Mehmet Yavuzel ên hatibûn qetilkirin li ser gorên xwe bi awayekî girseyî hatin bibîranîn.
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîr a Şirnexê de nûçe dişopand hatibû qetilkirin û cenazeyê wî di 26ê Sibata 2016an de hate definkirin û endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel ku di bi Aktaş re di heman jêrzemînê de hatibû qetilkirin, li ser gorên xwe yên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin bibîranîn. Malbatên Aktaş û Yavuzel, endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin (KAT-DER) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) tev li bîranîna li Goristana Pirsûsê bûn.
Polîsan, kesên tev li bîranînê bûn li pêşiya goristanê dan sekinandin û xwestin asteng bikin. Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Nîhat Demîrbîleklî û Ayşe Suruciyê û malbatan bertek nîşan da. Di encama bertekan de polîsan dev ji hewldana xwe ya astengkirinê berdan. Li ser vê yekê, kesên tev li bîranînê bûn, di dest de wêneyên Aktaş û Yavuzel ber bi goristanê ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
‘Divê hesab were dayîn’
Ayşe Surucuyê da zanîn ku Rohat Aktaş hewl da tariyê bi pênûsa xwe ronî bike û got: “Hevalê me Mehmet Yavûzel jî ji bo gelê xwe têkoşiya. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê hesaba van bûyeran were pirsin.
‘Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin’
Hevserokê DFGê Selman Çîçek bal kişand ser têkoşîna Rojnameger Rohat Aktaş û wiha got: “Hevalê me Rohat hovîtî û komkujiya li Cizîrê bi dinyayê re parve kir. Tevî zextan jî têkoşîna xwe domand. Em ê dest ji têkoşîna xwe û nivîsandina heqîqetê bernedin.
Em bi Serokê xwe re ne: Bila aştî yekalî nebe
Birayê Yavuzel Xelîl Yavuzel diyar kir ku Mehmet Yavuzel û Rohat Aktaş, ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd canê xwe feda kir û got: “Em ji bo aştî û azadiyê amade ne. Bila Serok Azad be û aştî yekalî nebe. Em bi Serok re ne, em bi şehîdên xwe re ne.”
‘Em bi doza şehîdên xwe re ne’
Hevseroka KAT-DERê Makbûle Yavuzerê jî bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got: “Girtî bi awayekî zindî şewitandin. Ev nayê jibîrkirin. Em aştiyê dixwazin, bila êdî Serok were berdan. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Em bi doza şehîdên xwe re ne.”
Bîranîn bi dia û danîna qûrnefîlên ser gorên Aktaş û Yavuzel bi dawî bû.













