• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

    Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

    Parêzvanên Şêxmeqsûd bi stranan taxên xwe diparêzin

    Parêzvanên Şêxmeqsûd bi stranan taxên xwe diparêzin

    Careke din hat belgekirin ku DAIŞî êrîşî Helebê dikin

    Careke din hat belgekirin ku DAIŞî êrîşî Helebê dikin

    YPJê tekildarî pêkanînên dermirovî yên hezên hikûmeta demkî daxuyanî da

    YPJê tekildarî pêkanînên dermirovî yên hezên hikûmeta demkî daxuyanî da

    Hêzên Ewlekariyê li Helebê: Ciwanên hatine revandin sivîl in

    Hêzên Ewlekariyê li Helebê: Ciwanên hatine revandin sivîl in

    Bi sedan kes li ser riya Dêrazorê asê mane

    Bi sedan kes li ser riya Dêrazorê asê mane

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

    Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

    Parêzvanên Şêxmeqsûd bi stranan taxên xwe diparêzin

    Parêzvanên Şêxmeqsûd bi stranan taxên xwe diparêzin

    Careke din hat belgekirin ku DAIŞî êrîşî Helebê dikin

    Careke din hat belgekirin ku DAIŞî êrîşî Helebê dikin

    YPJê tekildarî pêkanînên dermirovî yên hezên hikûmeta demkî daxuyanî da

    YPJê tekildarî pêkanînên dermirovî yên hezên hikûmeta demkî daxuyanî da

    Hêzên Ewlekariyê li Helebê: Ciwanên hatine revandin sivîl in

    Hêzên Ewlekariyê li Helebê: Ciwanên hatine revandin sivîl in

    Bi sedan kes li ser riya Dêrazorê asê mane

    Bi sedan kes li ser riya Dêrazorê asê mane

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

 Rojnameger Ermîş: Armanc avakirina hegemonyayê ye

Onder Akbulut / AW

19 HEZÎRAN 2025 - 16:58
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Navenda Nuçeyan- Rojnameger Halît Ermîş li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de nirxandin kir û got: “Dixwazin hêzên ku li hember hegemonyayê bibin asteng ji holê rakin. Heke Îran bikaribe heta demekî li ber xwe bide dibe ku hêzên navneteweyî bikevin nav vî şerî.”

Artêşa Îsraîlê bi îdiaya “pêşîlêgirtina hilberandina çekên nukleerî” di 13ê Hezîranê de li dijî Îranê bi navê “Şêrê Bilind Dibe” operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi dehan balafirên şer êrişî Îranê kirin e. Di êrişê de tesîsa dewlemendkirina uranyumê ya Natanzê jî di nav de heta niha gelek tesîsên nukleerî û leşkerî bûn hedefên balafirên şer ên Îsraîlê. Di êrişê de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî jî di nav de gelek rayedarên payebilind hatin kuştin. Îranê jî bi bi balafirên biçek û bêmirov bersiv da Îsraîlê. Îranê bi muşekan li Telavîva paytexta Îsraîlê da û gelek kes birîndar bûn û xesar gihîşt avahiyan.

Îranê vê sibehê nêzî 200-400 mûşekên balîstîk û gelek firokeyên bê firokevan avêtin bajarên wek Tel Avîv, BeerŞeba û Ramat Gan. Di van êrişan de hata niha bi dehan kes birîndar bûne lê derheqê mirinan de agahî nehatin parvekirin.  Li Îranê ji ber êrişên Îsraîlê heta niha herî kêm 639 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li ser şerê Îsraîl û Îranê rojnameger Halît Ermîş ji Ajansa Welat (AW) re nirxandin kirin.

‘Îhtîmala ku şer berfireh bibe heye’

Rojnameger Halît Ermîş destnîşankir ku armanca Îsraîlê li Rojhilata Navîn xurtkirina hegemonyaya xwe ye û ji bo wê jî dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike û got: “Ev ne tenê armanca Îsraîlê, armanca hêzên rojavayî yên emperyalîst in. Dixwazin hêzên ku li hember vê hegemonyayê bibin asteng ji holê rakin. Lê teslîm girtina Îranê dê hêsan nebe. Rewşa şer ya heyî vêya vekirî dide xuyakirin. Heke Îran bikaribe heta demekî li ber xwe bide dibe ku hêzên navneteweyî bikevin nav vî şerî. Dibe ku Amarîka û Îngilistan, NATO jî beşdarî şer bibin. Ku ev hêzana beşdarî şer bibin dibe ku li hember wan cepheyek jî bê avakirin. Ji ber ku Îran ji bo Rûsya, Çîn û Koreya Bakur girîng e. Heke ku şer dirêj bibe, Îsraîl nikaribe di demeke kurt de bigihêje armancên xwe bêguman jer dê pir berfireh bibe. Xeteriyeke bi vî şeklî heye. Heke ku eniya şer bi vî awayî berfireh bibe îhtîmala ku dewletên Ereban jî bikevin nav şer heye. Îhtîmala ku pergala cihanî di encama vî şerî de rengekî nû bigire heye.”

‘Beyî rêxistinî Kurd nikarin li ser pêyan bisekinin’

Halît Ermîş da zanîn ku ev şer bêguman dê bandora xwe li ser hemû gelên li Îranê bike û wiha pêde çû: “Ji bo ku Kurd bi qetlîaman re rû bi rû nemînin û bikaribin di ji nû ve avakirina Îranê de cih bigirin divê destpêkê bikaribin hebûna xwe biparêzin. Ji bo vê jî di destpêkê de pêwistiya wan bi yekgirtinê heye. Ji xwe PJAKê daxuyanî da û ji bo hemû gelên Îranê bangewaziya yekitiyê kir. Pêwîst e ev yekitî xurt bibe. Heke ev nebe Kurd dê bi xeteriyên mezin re rû bi rû bimînin. Heke hêzên Kurd ên Rojhilat bikaribin parastina xwe, yekitiya xwe xurt bikin, civakê baş rêxistin bikin dê bikaribin di Îranê de bibin hêzeke sereke ya çêker. Dê bikaribin di dîzaynkirina pergalê de cğih bigirin, bikaribin mafên xwe biparêzin. Dê bikaribin ji bo ku Îran bi awayekî demokratîk bê avakirin bi roleke girîng rabin. Heke ku vêya pêk neynin dê ji xetereyên mezin re rû bi rû bimînin.”

‘Dê Tirkiye bi xetereyên mezin re rû bi rû bimîne’

Rojnameger Halît Ermîş bilêvkir ku hek li Rojhilata Navîn pergala sedsal 20emîn, netewedewlet werin  ruxazndin, ne mumkun e ku Tirkiye jî ji van guhertinan bandor nebe. Niha Rêber Apo hê bi dehan sal berê him ji bo Tirkiyeyê, him ji bo Îranê him ji bo Kurdan hişyarî kirin. Got gere xwe li gorî karakterê sedsala nû xwe bi rêxistin bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin, di pergala xwe de guhertin û veguhertinê pêk bînin, xwe demokratîk bikin. Li Tirkiyeyê heke ev guhertin û veguhertin pêk neyê dê Tirkiye bi xetereyên mezin re rû bi rû bimîne. Heke Îran li gor hedefên hêzên Rojavayî bê dîzaynkirin wê demê dê Tirkiye nikaribe pergala xwe ya heyî biparêze. Dê nikaribe di herêmê de siyaseteke bi bandor bi pêş bixe.”

‘Divê Kurd kongreya neteweyî li darbixin’

Halît Ermîş diyarkir ku pêwist e Tirkiye li ser neteweya demokratîk guhertin û veguhertinan di nav xwe de li pêş bixe, gelên di nav xwe de nas bike û got: “ji bo ku Kurd jî bikaribên ji vê rewşa li Rojhilata Navîn sûdwerbigirin divê di serî de bakurê Kurdistanê di nav xwe de yekitiya xwe, rêxistiniya xwe xurtir bike, bi çar aliyê Kurdistanê re têkilî û yekitiya xurtir bike. Divê bi hukumeta Başûrê Kurdistanê re dîplomasî bidin meşandin, di sekna heyî, siyaseta heyî de guhertinan pêk bînin. Divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de kongreya neteweyî li darbixe. Yekitiya siyasî û leşkerî pêk bîne. Encax bi vî awayî dikare azadiya xwe bi dest bixe. Divê başûrê Kurdistanê di nav xwe de yekitiyekî ava bike, paşê jî bi her çar aliyê Kurdistanê re yekitiyê ava bike, siyaseteke yekgirtî bimeşîne. Nexwê destkeftiyên heyî jî dibe ku bikevin xetereyê.”

‘Divê Rojava hêza xwe ya cewherî xurtir bike’

Halît Ermîş herî dawiyê bal kişand ser rojavayê Kurdistanê û diyarkir ku Rêveberiya Xweser ji bo ku modela xwe ya rêveberiyê bide qebûlkirin û ji bo Rojhilata navîn bike modela çareseriya pirsgirêkan pêwist e bêtir di nav danûstanin de be û wiha dawî da axaftina xwe: “Rêveberiya Xweser gere bêtir bi wêrek siyasetê bimeşîne, di siyaseta xwe de bi israr be, ji qaliban derkeve. Ji bo ku maf û statuya Kurdan were naskirin, Kurd bi qirkirinên nû re rû bi rû nemînin divê bi hêzên navneteweyî re jî dîplomasiyeke hê xurtir û bi bandortir bide meşandin. Lê belê ya bingehîn divê hêzên xwe yên parastina cewherî hê bêtir xurt bike, rêxistin bike, civaka xwe ji her rewşê re amade bike.”

 

Etîket: Artêşa ÎsraîlêÎranÎsraîlMuhammed BakirînRojhilata Navî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

11 ÇILE 2026
Li Îranê gelek cenazeyên welatiyan li eywaneke werzîşê tên ragirtin

Li Îranê gelek cenazeyên welatiyan li eywaneke werzîşê tên ragirtin

10 ÇILE 2026
Li Îranê salê 50 milyon dolar pere tê dizîn

Li Îranê salê 50 milyon dolar pere tê dizîn

10 ÇILE 2026
 Li Rojhilat li her derê serhildan li her derê daxwaza azadiyê

 Li Rojhilat li her derê serhildan li her derê daxwaza azadiyê

9 ÇILE 2026
Îsraîlê keştiya Misrê da ber guleyan

Îsraîlê keştiya Misrê da ber guleyan

9 ÇILE 2026
Li Rojhilat û Îranê tevahî gel tev li greva giştî bû

Li Rojhilat û Îranê tevahî gel tev li greva giştî bû

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (356)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne