Navenda Nûçeyan – PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li xebatên xwe aniye. Rojnameger Halît Ermîş biryara kongreyê nirxand û got: “PKKê rê li ber têkoşîna siyasî û demokratîk vekir.”
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 5-7ê Gulanê de li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist. PKKê îro (12ê Gulana 2025an) bi daxuyaniyekê biryarên kongreya xwe ragihand. PKKê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wê dawî li xebatên xwe aniye û xwe fesix kiriye.
Rojnameger Halît Ermîş ku bi salane li başûr û rojavayê Kurdistanê rojnamegeriyê dike derheqê kongreya PKKê de ji Ajansa Welat re axivî û nirxandinên girîng kirin.
‘PKKê rê li ber têkoşîna siyasî û demokratîk vekir’
Halît Ermîş diyar kir ku di dîroka Kurdan de cara yekemîn e tevgereke Kurdan, piştî têkoşîneke dûr û dirêj rastiya Kurdan bi mêtingeran da qebûlkirin û wiha got: “PKKê karibû civaka Kurd bi rêxistin bike, zana bike, di heman demê de rê li ber têkoşîneke civakî û siyasî vebike. Dema mirov di vê mijarê de kongreya PKKê ya 12mîn digre dest encameke bi vî awayî derxist holê. PKKê jî bi vê kongreya xwe biryar da ku êdî li Kurdistanê rê û rêbazên siyasî, demokratîk bêtir derkevin pêş. Bêguman em nikarin bibêjin ku PKKê heta niha tenê bi rêbazên çekdarî têkoşîn meşand. PKKê di hemû aliyên jiyanê de têkoşîn da meşandin. Niha tenê rêbaza têkoşînê a çekdarî dide sekinandin. Rê û rêbazên civakî, siyasî û demokratîk dixwaze derxe pêş. PKKê di nav hemû Kurdan de rêxistinbûnek da avakirin, xwebûnek da avakirin. Bi vî awayî dema mirov digire dest ev têkoşîn gihişte asteke ku di dîroka Kurdan de nehatibû dîtin. Ji bo vê ev pêvajo pêvajoyeke dîrokî ye, ev biryarên ku hatine girtin dîrokî ne. Ji ber ku li ser encamên têkoşîneke pir alî nasnameyek da avakirin. Bi îradeya xwe xwe fesih dike. Ji îro şûn ve rê û rêbazên demokratîk, siyasî eger ku rast bêne bikaranîn dê gelê Kurd bikaribe di nav gelên cihanê de bi awayekî herî baş, herî guncav cihê xwe bigire.”
‘Ev têkoşîn dê rê li ber ronesansekî veke’
Halît Ermîş anî ziman ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergaleke nû, hişmendiyeke nû, civakeke nû, bi giştî kesayeteke nû ava dike û wiha domand: “Ev tişteke pir girîng e, heke Kurd bikaribin li ser vê bingehê têkoşîneke xurt bidin meşandin, dikarin ne tene li Kurdistanê li Rojhilata navîn jî guhertin û veguhrtineke bi wate, bi nirx pêk bînin. Ev hêz û îradeya Kurdan jî heye. Ji bona vê têkoşîna Kurdan ya siyasî û demokratîk li ser bingeha netewa demokratîk pêş dikeve. Ev têkoşînê bikaribe bi xwe re li Rojhilata Navîn rê li pêşiya ronesansekî bide vekirin.”
‘Ji îro şûn ve berpirsyarî li ser milê Meclisê ye’
Rojnameger Halît Ermîş da zanîn ku ji îro şûn ve pêwist e yên ku kar bikin, gav biavêjin yek jî Dewleta Tirk e û ev yek anîn ziman: “PKKê biryara xwe fesixkirinê da. Diyar kir ku dê îro şûn ve tenê rê û rêbazên civakî, siyasî û demokratîk esas bigre. Ji bo ku ev pêş bikeve tenê biryara PKKê têrê nake, gere di aliye qanûnî de pêşiya vê were vekirin. Ev erk jî dikeve li ser mile Meclisê, Meclis heke di van mijaran de qanûnan derbixe, rê veke, astengî li pêşiya pêvajoyê namînin. Hem ji bo ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bikaribe bi giştî tev vê pêvajoyê bibe, hem jî ji bo ku Rêber Apo bikaribe ji vê pêvajoyê re pêşengtiyê bike, ji ber ku di daxuyaniya PKKê de jî tê gotin ku ev pêvajoyê di bin pêşengtiya Rêber Apo de were pêşxistin. Ji bo vê jî guhetinên qanûnî pêwist in, şert û mercên Rêber Apo guncavkirin pêwist e. Ev jî dikevin li ser milê Meclisê, Meclis van neke berpirsyariya vê pêvajoyê dikeve ser Meclisê, van bike ji xwe pêşiya pêvajoyê tê vekirin. Bêguman ya divê bê kirin jî ev e.”
‘Erka sereke dikeve ser milê partiyên siyasî’
Halît Ermîş herî dawiyê anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke pirr alî ye û di van 50 salan de hemû civak jê bi bandor bûye û got: “Civakek, miletek hate înkarkirin û redkirin. Hebûna wî nehate qebûlkirin, ji bo vê jî bi her şêwazî şer hate meşandin. Di van 50 salan de propaganda û reşkirina ku hate kirin di nav civakê de pirsgirêkên mezin derxistin holê. ji ber vê jî aliyekî vê pêvaojoyê guhertinên qanûnî bin, aliyê din jî gere civakbûneke yekpare were avakirin. Hemû civak ji bo aştiyê awere razîkirin. Ji bo ku ev rewş pêk bên jî lazim e her kes erk û berpirsyarî bide ser mile xwe. Ji partiyên siyasî bigre heta sendîkayan, ji sendîkayan bigre heta sazî û dezgehên demokratîk ên civkî, kesên rewşenbîr û hunermend hemû berpirsyar in. Ji ber ku em dizanin di van 50 salên dawiyê de li Tirkiyeyê faşîzmek hat meşandin, dijmanitiya gelan hat kirin. Ji bo ku ev hişmendî bê guhertin jî berpirsyarî dikeve li ser milê van hemû kesiman. Dewleta Tirk jî gere zimanê xwe yê dijminane, zirarê dide vê pêvajoyê terk bike. Ji bo vê jî berpirsyarî dikeve li ser milê partiyên siyasî û sazî, dezgehên civakî. Ji ber ku ev pirsgirêk hemû civakê bandor dike. Erka sereke jî dikeve ser mile partiyên siyasî, him ji bo ku di nav civakê de ev zemîn bê avakirin him jî ji bo ku di Meclise de gavên hewce bên avêtin.”