Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna derbarê rojnamegeran de hat binçavkirin.
Rojnamevan Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê de ku derbarê rojnamegeran de dabû destpêkirin, nîvê şevê li mala xwe ya li Stenbolê hat binçavkirin.
Eylem Babayîgît birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de 17ê Çileyê rojnameger Reyhan Haciolgû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn û Vedat Oruç bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û girtin. Rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin sûcdarkirin.