Rojnameger Oznur Deger ji aliyê Dadgeha Mêrdînê ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin.
Nûçegîhana JINNEWSê Oznûr Deger vê sibehê di serdegirtin mala xwe ya li navçeya Qosera Mêrdînê de hatibû binçavkirin. Polîsan li Oznur Deger dabû û destê wê ji pişt ve kelemçe kiribû û xistibûn binçavan. Oznûr Deger piştî kar û barên li Midûriyeta POlîsan a Mêrdînê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozger piştî îfade wergirt, Oznûr Deger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir.
Dadgeriya ku îfadeya Oznur Deger wergirt, biryara girtinê da. Oznur Deger bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin. Oznûr Deger dema ji eywana dadgehê hat derxistin biryar bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bê bêdengkirin” protesto kir.
Mîthat Yilmaz, Lokman Aslan piştî îfade wergirtina li dozgeriyê hatin berdan. Hevseroka DBPa Nisêbînê ya berê Ziynet Algan û Hîlal Çelîk jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.