Rojnameger û Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Deger ku girtî dihat darizandin, serbest hat berdan.
Yekemîn rûniştina doza derbarê Mudura Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger de ku di 7ê Sibatê de di serdegirtina mala malbata xwe de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi lêdanê hatibû binçavkirin û heman rojê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, îro hat dîtin. Di îdianameya li dijî rojnamevan Oznûr Deger de, ku li Girtîgeha Jinan a Erzinganê tê girtin de, li ser parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal, rojnamevanên ku hatine kuştin Nazim Daşdan û Cîhan Bilgin wekî “endamên rêxistinê” hatine nîşandan, her wiha wêneyê birayê wê Abdulselam Deger (Kendal Qoser) jî bûye mijara îdianameyê. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Parêzerên Azadiyê (OHD), gelek kes û parêzerên wê beşdarî danişînê bûn.
Di danişînê de biryara qedexeya derketine derveyî welat, bi şerta kontrola edlî hat berdan. Doz taloqê 21ê Cotmehê hat kirin.