Rojnameger Semra Demîrellî a ku Vehap Selîm Çetîn ew li Xarpêtê bi çekê bi giranî birîndar kir, piştî 49 rojanan li nexweşxaneyê tedawî bû, jiyana xwe ji dest da.
Vahap Selîm Çetîn li Xarpêtê rojnameger Semra Demîrellî ya 25 salî bi çekê bi giranî birîndar kiribû. Semra Demîrellî piştî bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Semra Demîrellî li nexweşxaneyê 49 rojan derman bû, lê nehat rizgarkirin. Demîrellî piştî 49 rojan jiyana xwe ji dest da.
Kujer Çetin jî piştî Semra Demîrellî birîndar kiribû gule berdabû xwe û ew jî rakiribûn Nexweşxaneya Bajar a Fethi Sekin. Çetîn jî nehat rizgarkirin û mir.