Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Volkan Eryîgît ku di sala 2004an de li Edeneyê dema nûçe dişopand tevî nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Hasan Îşler di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba ya Edeneyê hat bibîranîn. Malbata Eryîgît, xebatkarên Çapemeniya Azad û pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê tev li bîranînê bûn. Li ser gora Eryîgît dua hatin kirin û deqeyek rêz hate girtin.
‘Dê têkoşîna wan bidome’
Piştre jî bavê Eryîgît, Aydin Eryîgît axivî û got ku ew ê bibin şopdarên têkoşînê û ji bo bîranînê spasî kir. Hevsrokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr jî di şexsê Volkan Eryîgît de hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got dê têkoşîna wan bidomînin.
Piştî axaftinan, beşdaran gul danîn ser gora Eryîgît û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.













