• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegeran merasîma dîrokî nirxand: Dor a dewletê ye

Bîlal Guldem / AW

14 TÎRMEH 2025 - 08:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Silêmanî – Rojnameger Baran Germiyanî û Aslan Aslan merasîma îmhakirina çekan nirxand û diyar kirin wan şahidiya merasîmeke dîrokî kiriye û gotin Koma Aştî û Civaka Demokratîk di aştî û çareseriyê de bi biryar e û ji niha şûn ve dora dewletê ye ku gavên dîrokî biavêje.

Piştî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirina PKKê, komek gerîlayan ku navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” li xwe kirin bi merasîmeke dîrokî çekên xwe îmha kirin û dawî li şerê çekdarî anîn.

Bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û welatiyan şahidiya merasîma îmhakirina çekan kir.

Rojnameger Baran Germiyanî û rojnameger Aslan Aslan jî li wir merasîm ji nêz ve şopandin û çavdêriyên xwe ji Ajansa Welat re vegotin.

Edîtorê RojNewsê Baran Germiyanî diyar kir ku wek tê zanîn Rêberê Gelê Kurd bang li gerîlayan kir ku biryarên kongreya xwefesixkirinê bixin pratîkê û dest bi danîna çekan bikin. Germiyanî da zanîn ku di encama bangê de merasîma îmhakirina çekan pêk hat û wiha got: “Me wek rojnamevanan li cihê merasîmê çavdêrî kir. Di asta navneteweyî de bi dehan siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û nivîskaran merasîm şopand. Kelecaniyeke pirr mezin li qada merasîmê hebû. Bi sedan kesên li protokolê hebûn bi çepik û berzkirina dirûşmeyan koma gerîlayan pêşwazî kirin.”

‘Her kesên li merasîmê çavê wan li ser dewletê ma’

Germiyanî bi bîr xist ku dema kêliya şewitandina çekan hemû kesên li wir bi hesret li gerîlayan dinêrî û got: “Gerîla bi îradeya xwe ya azad çekên xwe danîn û şewitandin. Li cihê merasîmê atmosfereke pirr bi heybet hebû. Me ji kê pirs kir digotin ev gavek dîrokî ye. Her kesî digot gerîla gaveke pirr dîrokî avêtiye. Her kesî digot ‘birêz Ocalan gaveke dîrokî avêtiye û vaye gerîla jî bersiva wî dide. Ji bo pêşxistina çareseriya pirsgirêka Kurd û aştî û civaka demokratîk divê êdî dewlet gavan biavêje’. Her kesên ku li wir merasîm şopandin çavê wan li ser dewletê ma. Her kes bi gavavêtina gerîla pirr kêfxweş bû.”

‘Kêfxweşiya gerîlayan’

Germiyanî anî ziman ku piştî merasîmê ew çûye cem gerîlayan û li gel wan hevpeyvînan kiriye û wiha got: “Gerîla bi xwe jî digotin, ‘em ne li bendê bûn ewqas gel me pêşwazî bike. Me dît ku gel bi kêfxweşî nêzîk bûye. Ew çepik û dirûşm ji bo me bûn hêz’. Merasîm di nav atmosfereke pirr bi kelecanî de çêbû.”

‘Min biryariya gerîlayan dît’

Germiyanî da zanîn ku Besê Hozat dibêje ’em dixwazin êdî ji bo azadiyê û di nav civakê de bixebitin. Em dixwazin çek ji holê rabin. Êdî gerîla amade ye ji bo her tiştekî li ser navê aştî û civaka demokratîk’. Min jî di merasîmê û hevpeyvînan de dît ku gerîla ji bo çareseriyê bi biryar in.”

Heybetî û ezametî xwe nîşan da

Pêşkêşvanê Stêrk TV Aslan Aslan jî du hefte ye ku li Silêmaniyê geşedanên têkildarî merasîmê dişopîne anî ziman ku ji bo dîroka Kurdan 11ê Tîrmehê 2025 rojeke dîrokî ye û wiha got: “Em kêlî bi kêlî bûn şahidê vê roja dîrokî. Me dît ka bê gerîlayên Kurdistanê merasîmeke çawa bi heybet li dar xistin. Heybeteke bi ezametiya gerîlayên Kurdistanê xwe li wir nîşan da. Bi rastî jî her tişt hatibû neqandin-amadekirin. Cihê merasîmê jî hatibû neqandin bê ka ew der cihekî çawa dîrokî ye. Koma gerîla ku bi pêşengiya Besê Hozat, bi pêşengiya jinekê hate wir, ev bi serê xwe peyam bû.”

‘Divê qanûn bên amadekirin’

Aslan bal kişand ser amadekirina qanûnan û axaftina xwe wiha domand: “Di merasîmê de jî hat destnîşankirin ku li ser esasê ku qanûn bên amadekirin wê ev pêvajo li pêş bikeve. Lewma li ser vî esasî sîlehên xwe tune kirin. Her kesê ku hatin wir li benda wê kêliyê bûn ku ka wê kengê merasîm çêbibe. Di dawiya dawî de koma gerîla bi heybet hat û her kes bi kelecan bû. Ew heybetiya grûbê kir ku hest bikeve nav dilê her kesê li wê derê. Ev merasîm ne bidawîbûn e, qonaxek û destpêkeke nû ye. Ev gava dîrokî hat avêtin û qonaxa nû dest pê kir, lê belê ji niha şûn ve divê rol û berpirsiyariya dewleta Tirk bikeve dewrê û vê carê çavê her kesî li ser dewletê ye.”

‘Bi axaftinan pêvajo nameşe, divê gav bên avêtin’

Aslan bal kişand ser daxuyaniya dawî ya Serokkomar Tayyîp Erdogan û ev yek anî ziman: “Helbet Erdogan jî axivî, lê belê bi axaftinan çênabe. Pêwîst e gavên şênber bên avêtin ku her kes bawer bike. Bi axaftinan ev pêvajo nameşe. Niha jî her kes li bendê ye ku gavên dîrokî ji aliyê dewletê ve bên avêtin. Ev bu du hefte ye ez li Silêmaniyê atmosferê û nebza gel û siyasetmedaran dişopînim û gel guhdar dikim. Her kes îşaret bi dewletê dike. Her kes dibêje baweriya me bi birêz Ocalan û gerîlayan heye, lê dibêjin ku êdî dewleta Tirk jî îradeya xwe nîşan bide.”

Cidiyet û disiplîna gerîlayan

Aslan çavdêriya xwe ya derbarê îmhakirina çekan de jî vegot û wiha pêde çû: “Gerîlayan çekên xwe radestî tu hêz, tu dewletan nekirin, çekên xwe binax nekirin û çekên xwe şewitandin, îmha kirin. Nîşaneyeke teslîmbûnê di merasîmê de tune bû. Lewma kes nikare bêje gerîla û sîlehên xwe teslîm bûn. Bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha kirin û gavavêtina xwe nîşanî hemû dinyayê dan. Gerîlayan bi disiplînek wisa nîşan da ku ka bê li ser cidîyetekê çawa tevdigerin û di çareseriyê de çiqas bi israr in. Sekna wan gerîlayan hêjayî dîtinê bû. Bê ka çima kesek nekeniye, çima madê xwe tirş nekir. Xwe nedileqandin. Dengê dirûşmeya ‘Bijî Serokê Apo’ li wan çiyayan olan da. Her kesî ev bihîst.”

‘Hêz û îradeya Ocalan her kes li wir civand’

Aslan destnîşan kir ku li cihê merasîmê hêz, îrade û biryardariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nîşan da û got: “Ev hêz û îradeya Rêber Apo her kes li wir civand. Her kes anî wir û kir yek. Çawa? PDK, YNK, hikûmeta Iraqê, rayedarên Tirkiyeyê bi hêza Rêber Apo hatin wir. Li cihê merasîmê îradeya azad xwe nîşan da ku ji çekan mezintir e. Hat nîşandan ku têkoşîna demokratîk ji van sîlehan girantir e. Piştî merasîmê jî diyar bû ku barekî giran dikeve ser milê her kesî.”

Etîket: Aslan AslanBotan Germiyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (166)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne