Rojnamevan Osman Kiliç ku li Holandayê jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat veşartin. Xwişka Osman Kiliç, Sebelan Kiliç a di merasîma cenazeyî de axivî diyar kir ku bi birayê xwe serbilind in û dê têkoşîna wî bidomînin.
Dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Osman Kiliç ku ji salên 1990î ve di nava karên Çapemeniya Azad de cih digirt, di 12ê Adarê de li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Osman Kiliç îro anîn Balafirgeha Amedê û dû re jî anîn navçeya Misircê ya Sêrtê ku jê dayîk bûye. Cenazeyê Kiliç paşê birin bajarokê Zokeyd ê navçeyê, li wir berî definkirinê merasîmên olî hatin lidarxistin. Ji bilî malbata wî, nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahat Erdogan Saritaş û Serhat Eren û her weha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîma cenazeyî de her tim dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Endamê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûrahîm Çetînkaya yê ku ewilî li vir axivî diyar kir ku dê têkoşîna Osman Kiliç bidomînin.
‘Di kar û xebatên xwe de mînak bû’
Rojnameger Hakki Boltan jî derbarê Osman Kiliç de ev tişt gotin: “Hevalekî gelek serkeftî bû. Bi ked û xebata xwe kir ku her kes jê hez bike. Hevalên ku hevaltiya wî dikirin xebatên wî ji xwe re mînak digirtin. Xebatên wî ji bo me bû rêya têkoşînê. Neçar ma biçe Ewropayê. Li wir xwe winda nekir. Nûnertiya me kir û xwe wiha da nasîn. Tu caran bi paş ve gav neavêt. Heta ku ji destê me were em ê qasî te bixebitin, hewl bidin layîkî vî gelî bibin. Em vê weke wasîyeta te dibînin.
Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş jî da zanîn ku Kiliç ji salên 90î ve di nava têkoşînê de ye û anî ziman ku li sirgunê jî li pey heqîqet û rastiyan bû. Sebahat Erdogan Saritaş diyar kir ku Osman Kiliç tu car xwe ji rastiya gelê xwe dûr nexist û got: “Em minetdarê kesên ku ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane ne. Têkoşîna ku wan daye Kurd anîn vê astê. Êşa wan êşa me ye. Hêvî dikin ku keda wan mezintir bibe. Em soz didin hevalên xwe em ê bigihin encamê.
Halît Azîzoglû yê beriya niha bi Osman Kiliç re xebat meşandibûn jî anî ziman ku Osman Kiliç gelek ked dane û ji malbatê re sersaxî xwest.
Xwişka Osman Kiliç Sebelan Kiliçê got: “Heta jiyana xwe ji dest da em li cem wî bûn. Me ew bi tenê nehişt. Tim digot, ‘Ev jiyan bi dawî dibe, jiyaneke nû dest pê dike.’ Ez tenê ne xwişka wî bûm, hevrêya wî bûm. Em pê serbilind in. Heya sax bû têkoşiya, dest ji berxwedanê berneda. Lê êdî hêza wî têra vê cîhanê nekir.”
Sebelan Kiliçê diyar kir ku gotina dawî ya Kiliç “Berxwedan jiyan e” bûye û got ku ew ê têkoşîna wî bidomînin.
Piştî axaftinan girse ji goristanê çû. Malbat, dê şîna Kiliç li Mala Şînê ya Sirri Süreyya Onder a li Misircê deyne. Şîn dê sê rojan berdewam bike.

















