Rojnamevan Celalettîn Yalçin bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
Rojnamevan Celalettîn Yalçin ku zêdetirî saleke li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Marmarayê dihat ragirtin, di 26ê Kanûnê de bêyî daxwaza wî û bêyî agahî bi malbat û parêzerê wî re were parvekirin, sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
Rojnamevan Osman Akin, Enes Sezgîn, Hayrî Tûnç, Can Papîla û welatiyên bi navên Haci Ugîs û Îmam Senol ku li Girtîgeha Hejmara 5an a Tîpa L a Marmarayê dihatin ragirtin, sewqî Girtîgeha Hejmara 9an a Marmarayê hatin kirin.