• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamevanên jin: Tu hêz nikare çapemeniyê bêdeng bike

Navenda Nûçeyan /AW

22 KANÛN 2024 - 15:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin: “Dewleta Tirk ji Çapemeniya Azad ditirse. Ti hêz wê nekaribe çapemeniya azad bêdeng bike.”

Li Navenda Metro ya Silêmaniyê, gelek sazî û rêxistinên cuda yên ragihandinê, derbarê êrîşa li ser rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin daxuyanî dan. Li ser navê rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê Tewar Adil axivî. Tewar Adil, diyar kir ku dewleta Tirk di tevahiya dîrokê de destê wî di nava xwîna Kurdan de heye û destnîşan kir ku gelê Kurd 100 sal in li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin. Tewar Adil, destnîşan kir ku çapemeniya azad li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ser gelê Kurd, ji bo ronîkirina rastiyan rolek girîng û bandorker leyîstiye.

Tewar Adil herî dawî anî ziman ku hedefgirtina rojnamevanên azad ji aliyê dewleta Tirk ve derdixe holê ku ew dewletê çiqas ji rojnamevanên azad ditirse û got: “Me di dema borî de şahîdî ji şehîdxistina rojnamevanên jin Nagîhan Akarsel, Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk re kir. Em tekez dikin ku em ê li ser rê û şopa wan berdewam bikin.”

Li Wêranşarê jî daxuyanî dan

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rêxistinên navçeya Wêranşar a Rihayê, ji bo Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, li ber rêxistina navçeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ku wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat hilgirtin, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Wêranşarê Ramazan Diril ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan nîşaneya dijminatiya li hemberî gelê kurd, jin û zarokan e û wiha hat gotin: “Çapemeniya azad a ku di bin şert û mercên herî dijwar de dixwaze rastiyan ji raya giştî re ragihîne, li hemû cîhanê hewldaneke cidî dide. Ji ber vê yekê gelek rojnameger hatin qetilkirin û girtin. Tevî van zext û çewisandinan jî têkoşîna çapemeniya azad mezin bûye û wê mezin bibe. Nazim û Cîhan her tim bûne dengê heqîqetê û Rojava.”

Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û tilîliyan bi dawî bû.

Etîket: Cîhan BîlginKurdNazim DaştanSilêmanîTewar Adil
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8ê Adarê

Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8ê Adarê

6 ADAR 2026
Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

4 ADAR 2026
Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

24 SIBAT 2026
Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

23 SIBAT 2026
Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

20 SIBAT 2026
Dîplomasiya Kurdan a li Munîhê deng vedide

Dîplomasiya Kurdan a li Munîhê deng vedide

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûçeya Rojnameger Zeynep Durgutê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (250)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne