Rojnameya Komînal a mehane ya siyasî û bîrdozî dê meha Adarê bi dirûşma “Israra mirovbûnê, israra sosyalîzmê ye” li Ewropayê dest bi weşanê bike.
Rojnameya Komînal a mehane ya siyasî û bîrdozî dê meha adarê dest bi weşanê bike. Komînal dê bibe dengê têkoşîna demokrasî û wekheviyê ku xwe dispêre cihêrengî û azadiya mirovahiyê. Kovar dê nûnertiya têkoşîna gelê Kurd, bi pêşengiya jin û ciwanan pêk bîne.
Hat diyarkirin ku Komînal wê ti carî bê alî nebe; wê her tim li aliyê heqîqetê, rastiyê, başî, bedewî û azadiyê be. Li hemberî êrişên qirker û mêtinger ên serwerên Tirk, Ereb û Fars dê her tim xwedî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd derkeve û bibe dengê geş ê vê têkoşînê.
Wê hêzê ji paradîgmaya modernîteya demokratîk bigire
Hat destnîşankirin ku Komînal wê vê fikrê ji xwe re bike esas ku pirsgirêka civakî ya destpêkê û herî kûr bi kolekirina jinê ya bi destê koma nêçirvan a mêr û kujerê kastîk destpê kiriye û bi sîstem û mejiyê serweriya mêr ê vê serdemê re gihîştiye asta herî bilind. Komînal wê li her cihî û her tim li dijî sîstem û mejiyê serweriya mêr, li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest ên li ser vê bingehê derketine holê, xeta azadiya jinê ji xwe re bike esas û ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan wê têbikoşe. Rojnameya Komînal wê hêza xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk û baweriya bi sosyalîzma civaka demokratîk werbigire.
Dê li dijî paşîperestiyê bibe dengê civaka demokratîk
Hat gotin ku Rojnameya Komînal dê li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest, li ser esasê xeta azadiya jinê ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan, her wiha li dijî madiyatperestî û ezeztiya modernîteya kapîtalîst ji bo avabûna civaka demokratîk a li ser bingeha komunalîteyê wê bi roleke çalak rabe.













