Rojnameya Serxwebûnê bi hejmara xwe ya dawî derket û bi weşandina perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li weşana xwe anî.
Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku şandibû Kongreya 12emîn a PKKê û belgeyên kongreyê hemû weşand. Serxwebûnê ragihand ku dawî li weşana xwe ya bênavber a 44 salan aniye û ev yek hat gotin: “Her tişt ji bo destpêkeke nû û hîn xurt e.”
Belgeyên Kongreya 12emîn a PKKê hemû di hejmara Gulanê (hejmara 521emîn) a rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin. Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji Îmraliyê şand kongreyê, cara yekemîn li rojnameya Serxwebûnê hate weşandin. Li gel perspektîfa ji peyamên dîrokî, metna giştî ya axaftinên destpêk û girtinê yên Kongreyê, biryarên hatin wergirtin û nêrînên delegeyan jî hatin weşandin.