Rojnameya Xwebûnê ya heftane ku bi Kurdî weşanê dike di hejmara 282yemîn de bi manşeta “Kongreya Dîrokî” derket.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 282yemîn de bal kişand ser kongreya PKKê y a 12emîn ku tê de biryarên dîrokî hatine girtin.
Rojnameyê di rûpelên xwe de cih da mijarên wek serkeftina berxwedana li Bendava Tişrînê, pîrozdîtina malbatê û dayikbûnê, bîlançoya êrîşên li ser gerîla, parastina çand û ziman, girîngiya ziman, armanca pişaftinê, zimanê provakatîf ê ku medyaya alîgir bi kartîne.
Herwiha di boneya salvegera Leyla Qasim der barê jiyana wê de nivîsek hat amadekirin.