Hejmara 262yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket û bal kişand ser qetilkirina Rojnamevan Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan.
Rojnameyê destnîşan kir ku hêzên desthilat ku sûcê şer û mirovahiyê dikin, êrîşî rastiyan dikin. Rojnameyê da zanîn ku hêzên desthilat hewl didin heqiqetê tune bikin û rastiyan tarî bikin, lê her çend êrîş bikin jî rastî tu carî di tariyê de namîne û pênûsa wan dê her zindî be. Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da analîzeke Kirmanckî ya bi ser navê “Neteweya Demokratîke” û bal kişand ser rêxistinbûn û polîtîkbûna gelê kurd.
Rojnameyê di rûpela Jinê de jî cih da nivîsa rojnamevan Medya Bal a bi sernavê “Cejna Êzî pîrozkirina greva birçîbûnê ye” bal kişand ser cîroka cejna Êzî. Rojname di gotarê de destnîşan dike ku civaka êzidî li dijî dirêjbûna şevan û kinbûna rojan dikevin greva birçîbûnê. Dema Xweda daxwaza wan qebûl dike ew jî wek bidawîkirina greva xwe Cejna Êzî pîroz dikin. Rojnameyê cih da nivîsa rojnameger û nivîskar Medenî Ferho ya bi sernavê “Dîktator çûn, lê cellad hatin” û balê dikişîne ser hişmendiya wan a zilimkar.
+