• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sal bi sal lêçûna şer zêde dibe

Navenda Nûçeyan /AW

26 TÎRMEH 2025 - 08:06
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Li gorî raporan di 2024an de li tevahiya cîhanê ji bo şer 2,7 trilyon dolar û ji bo tenduristiyê jî 627 milyon euro pere hatin xerç kirin. Ji ber lêçûna şer li tevahiya cîhanê 733 milyon mirov birçî dijîn.

Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) di 2024an de li tevahiya cîhanê 2.7 trilyon dolar pere xerç kirin. Lê ji bo tenduristiyê li tevahiya cîhanê jî 627.4 milyon eura pere xerç kirine. Li gorî daneyan tê dîtin ku çar qatê lêçûna tenduristiyê pere li şer hatiye xerçkirin.

Li welatên cîhanê sal bi sal lêçûna şer zêde dibe. Welatên xwedî hêz û hegomon ku dixwazin li ser welatên din serweriyê bikin her sal lêçûnên xwe yên ji bo hilberîna çekan zêde dikin. Li gorî raporan di nava welatên cîhanê de herî zêde 1emîn Amerîka, 2yemîn Çîn, 3yemîn Rûsya, 4emin Almanya û 5emîn jî Hîndîstanê di 2024an de bi giştî 1,6 trilyon dolar pere ji bo çekan veqetandine. Li gorî raporan li tevahiya cîhanê di 2024an de 2,7 trilyon dolar ji bo çekan hatiye xerçkirin.

Li gori rapora SIPRI, Tirkiye di nava welatên cîhanê de ket rêza 17emîn. Li gorî SIPRI Tirkiye di 2024an de 25 milyar dolar pere ji bo çekan xerç kir. Li gorî 2023an jî ji sedî 12 zêde kir.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO (World Health Organization) jî di 2024an de li tevahiya welatê cîhanê 627,4 milyon euro pere hatiye veqetandin. Li Tirkiyeyê jî Wezareta Tenduristiyê di sala 2024an de 202 milyar 463 milyon 783 hezar tl pere veqetand.

Li tevahiya cîhanê sala 2024an bi giştî 2 trilyon û 718 milyar dolar pere li çekan hat qerçkirin. Li gorî sala 2023an ji sedî 9,4 lêçûna şer û çekan zêde bû.
Li gorî rapora SIPRI, di 2022an de li tevahiya cîhanê 2,24 trilyon dolar, di sala 2021an de 2,11, di sala 2020an de 1,98 trilyon dolar pere ji bo lêçûna leşkerî hat xerçkirin. Rapor nîşan didin ku sal bi sal lêçûna leşkerî zêde dibe.

Lêkolînerê Bernameya Hilberîna Çekan û Lêçûnên Leşkerî ya SIPRI Dr. Nan Tian, destnîşan dike ku di salên dawî de sal bi sal lêçûna leşkerî zêde dibe. Nan Tîan destnişan dike ku her sal êdî ewlehiya jiyanê li ser ruyê cîhanê namîne.

Tirkiye di 40 salan de 3 tirilyon dolar pere li şer xerç kir

Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî jî di axaftinenek xwe de jî anî ziman ku li gorî rapora SIPRI Tirkiyeyê di 40 salên dawî de 3 trilyon dolar li şer xerç kiriye û got: “Ev pere îro beramberî 4.5 trilyon dolarî ye. Ev pereyekî pir pir zêde ye. Eger îro ev pere li şer nehatibûya xerçkirin, Tirkiye dê di aliyê aborî de gelek pêşketî bûya.”

Li gorî Îndeksa Birçîbûnê ya Kurekevî GHI (Global Hunger Indeks) ya dawî (2024) li tevahiya cîhanê 733 milyon mirov birçî dijîn. Li tevahiya cîhanê 2 milyar û 880 milyon mirov jî nikare bi tenduristî xwarin bixwe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan çend roj berê dema ji Kibrisê vegeriya pirsên rojnamegeran bersivand û anî ziman ku wan zêdetirî 2 trilyon dolar pere li şer şerç kirine.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şer li Tirkiyeyê bi dawî bibe û aştî pêş bikeve di kanûna 2024an de xwestibû ku meclis peyvirê bigire û wiha gotibû: “Ev hewldana me dê bibe rêbereke bi qîmet a guhertin û veguhertina demokratîk. Ev serdem ji bo herêmê û Tirkiyeyê serdema aştî, demokrasî û wekheviyê ye.”

Etîket: GHIlêçûnên şerSezaî TemellîSIPRIWHO
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Temellî: Divê zagon bên derxistin

Temellî: Divê zagon bên derxistin

9 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî û Colanî pêkewtiş îmza kerd

SIPRI: Entegrasyona HSDê dê teşeya ewlehiya Sûriyê diyar bike

25 SIBAT 2026
Sezaî Temellî: Ev peyman encama berxwedana Kurdan e

Sezaî Temellî: Ev peyman encama berxwedana Kurdan e

30 ÇILE 2026
DEM Partî li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin

DEM Partî li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin

8 ÇILE 2026
Sezaî Temellî: Pêwîst e hiqûqa navneteweyî li dijî binpêkirinan rabe

Sezaî Temellî: Pêwîst e hiqûqa navneteweyî li dijî binpêkirinan rabe

5 ÇILE 2026
Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

17 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (545)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne