Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn. Merasimên bîranînê de jiyan û kesayeta şoreşgerî ya Salih Muslim hate bi bîrxistin.
Ji bo siyasetmedar û Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li Şamê merasîmek hat lidarxistin. Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Şamê Ebdulkerîm Omer, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî û hejmarek siyasetmedar û rewşenbîr û nûnerên saziyên civakî beşdar bûn. Di merasîmê de têkoşîna Salih Muslim û keda wî ya ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, azad û dadmende hate vegotin.

Li Beyrûdê soza meşandina têkoşîna wî hate dayîn
Rêxistina PYDê ya Libnanê jî li Beyrûtê merasîma bîranîna Salih Muslim û şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist. Merasîm li Navenda Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi beşdariya endamên PYD, malbatên şehîdan, nûnerên Kongra Star û Kurdên li Libnanê dijîn pêk hat. Di merasîmê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Libnanê Ebduselam Ehmed têkoşîna şehîdên PYDê ve vegot û diyar kir ku PYD partiya şehîd û têkoşeran e.
‘Destkeftî encama têkoşîna Muslim û hevalên wî ye’
Ehmed destnîşan kir ku PYDê nûnertiya beşek mezin a gelê Kurd li gelek deveran dike û îşaret pê kir ku guhertinên di qada siyasî ya Kurdî û cîhanê de çêbûne berhemên têkoşîna kesên mîna Salih Muslim û hevrêyên wî ne. Ebduselam Ehmed banga domandina têkoşîna siyasî ji bo doza gelê Kurd û şopandina rêya şehîdan kir. Her wiha bi bîr xist ku Salih Muslim jiyana xwe ji bo parastina doza kurdî li çar aliyên Kurdistanê veqetand û yek ji siyasetmedar û dîplomatên ku bi fikrê civaka demokratîk bawer bû.
‘Di rojên dijwar de wezîfeyên girîng girtin’
Di merasîmê de, Berpirsa Meclisa PYDê ya Libnanê Rêvan Mihemed jî got ku şehadeta Salih Muslim windahiyek mezin e û wiha axivî: “Salih Muslim mafên gelê Kurd û Sûriyeyê diparast û yek ji damezrînerên projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di pêvajoyên zehmet de gelek caran jî serokatiya partiyê kir û rolek mezin di pêşxistina xebata siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de list. Şehîd Salih Muslim wê di bîra me de be. Têkoşîna wî wê di xebata siyasî û neteweyî de modelek bimîne.”













